Şêniyên Şengalê gorên komî bi bîr anîn
Di 7’emîn salvegera fermana 2014’an ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî hatî kirin de, daxwaza gelê Êzdî lêpirsîna gorên komî ye. Bi Pêşenktiya Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelê Şengalê berê xwe dan ser gorên komî yên li gundê Herdan. Welatiyan li wê hêrs û bertekên xwe yên li beramberî xemsariya cîhanê ya ji bo vekirina gorên komî anîn ziman û gotin “Em fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”
Di 7’emîn salvegera fermana 2014’an ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî hatî kirin de, daxwaza gelê Êzdî lêpirsîna gorên komî ye. Bi Pêşenktiya Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelê Şengalê berê xwe dan ser gorên komî yên li gundê Herdan. Welatiyan li wê hêrs û bertekên xwe yên li beramberî xemsariya cîhanê ya ji bo vekirina gorên komî anîn ziman û gotin “Em fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”
Şengal - Li Gundên Şengalê yên weke Herdan, Sîba Şêx Xidir, Koço û Gir Zerik ji derveyî goristanan 81 gorên Komî hene. Çeteyên DAIŞ’ê di dema fermanê de kesên ku ber destê wan ketin bi xwe re birin. Despêkê ew weke qafileyan ji hev cuda kirin, piraniya wan mêr, kar û pîr kuştin û di gorên komî de veşartin. jin û zarok jî bi xwe re birin. Yên bi xwe re birin jî ji hev cuda kirin, jin û zarokên keç li bazarên koleyan firotin, zarokên lawik jî hînî perwerda çekê û serjêkirina mirovan kirin. Hîna aqubeta gelek dîlgirtî û windayan nediyare û gelek gorên komiyên li gundewarên Şengalê li benda vekirinê ne. Di nava van gorên komiyên di her minasebeyekê de welatiyên Şengalê li ser kom dibin de ji her temenî mirov hene. Çetan mirovên di destên xwe de, bi saxî, birîndarî û kuştî tev bi hev re xistin çalên mirinê û bi dozeran ax berdan ser wan. Ji 3’ê Tebaxa 2014’an heya niha qurbaniyên fermanê yên di van goran de li bendêne bên derxstin li kûp û goristanên xwe bi edet û teqelîsên xwe werin veşartin.
Gelo zarokên me li virin?
Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî hatî pêkanîn de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, dîl hatin girtin, di bazaran de hatin firotin, penaberbûn û li welatên cuda belavbûn. Êşa yek yek hemû mirovên ku ferman dîtî di dilê gelê Şengalê de birînek vekirî hêlaye. Gorên Komî yên kû di nava gundan de hatine çêkirin, pirsa gelo mirovên me yên winda di vê gorê de ne?... Bi gundiyên niha li hemban gundî dijîn û wan gorên komiyên li gundê wan heyî dizanin dide çêkirin. 7 sale gorên komiyên li nava gundên Herdan, Sîba Şêx Xidir, Koço û Gir Zerik de û bi dehan gorên Komî yên kû kes nizane xizmê kê ji wan têdene û kesê xwe lê nekirine xwedî hene. Tenê her sal, di salvegera fermanê de gorên qurbaniyên fermanê ji aliyê welatiyên Şengalê ve tên ziyaret kirin û li wir dayik bi lorikan êşên xwe tînin ziman.
Di 7’emîn salvegera fermana 2014’an ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî hatî kirin de jî daxaza gelê Êzdî lêpirsîna gorên komî bû. Bi Pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelê Şengalê berê xwe dan ser gorên komî. Welatiyan li wê hêrs û bertekên xwe yên li beramberî xemsariya cîhanê anîn ziman û gotin: “Em fermanê ji berî nakin û nadin ji bîr kirin.” Merasîma di serdana gorên komî yên gundê Herdanê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Paşê jî li ser navê TAJÊ Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidxanê PADÊ’ê û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
“Heta gorên komî neyê vekirin emê nesekinin”
Li ser navê TAJÊ Pakiz Celal nirxandin kir û got: “Vaye em dikevin salvegera 8’an a fermanê, heya niha ji bo şehîdên me yên di gorên komî de hatine veşartin tu dewletan xwe berpirs ne ditiye. Divê em şehidên xwe ji berî nekin û nehêlin bên ji bîr kirin. ji melekê tawis bi hêvî me xwedê heqê me li gel wî dijminê hov nehêle. Heta gorên komî neyên vekirin sekin ji me re nîne.”
“Em li pey doza windayên xwe ne”
Endama TAJÊ Edûl Şemo jî bi van gotinan bê xemiya cîhanê ya li hember tiştên bi serê wan hatiye anî ziman: “Ev 7 sale ji derveyî me kes xwe li van gorên komî nakin xweyî. Ji me gelê Êzdî re ferman weke ku îro çêbûbe, ji ber hîna şehîdên me dibin vê axê dene, gorekê wan nîne. Heya em saxbin emê li du doza wan bin.” Edul Şemo ji bo peymana 9’ê Cotmehê jî ev tişt got: “Em heya dawî wê peymanê napejirînin. Ew dixwazin cardin pêşmergên PDK’ê vegerînin ser erdê Şengalê, heya em saxbin em vê yekê napejirînin. Cihê dijmin li ser axa me nîne. Bi hezaran zarokên me li pêş çavên dayikên wan ji birça û tîna nefesa xwe ya dawî dan. Goştên zarokên me bi me dan xarin, em bang li saziyên mafê mirovan û tevahî mirovên xwedî wijdan dikin bila berpirsên fermanê bên darvekirin. Divê dadgeha mafê mirovan bi erkê xwe rabe. Em bang li gelê me yê kampên Başurê Kursitanê dikin, bila ew jî vegin ser erdê xwe. Bila li Şengala xwe vegerin û li şehîdên xwe xwedî derkevin. Şengal êdî ne mihtacê kesekê ye, em bi xwe wê ji bo xwe bikin hêza me heye zarokên me parastina me dikin. Ger em tev bi hev re têkoşîn nekin kesek ji mere nake.”
Di dawiya merasîmê de ji bo şadbûna rihê şehîdan dayikan find vêxistin.