Şengalî li hemberî êrîşên ser axa Başurê Kurdistanê meşiyan

Welatiyên Şengalê bi meşekê nerazîbûnên xwe li hemberî dagirkirina axa Başurê Kurdistanê nîşandan.

 
Şengal - Welatiyên Şengalê li hemberî dagirkirina axa Başurê Kurdistanê meşiyan. Welatiyên li ber Meclisa Gel a Sinûnê kombûn heya çerxerêya Sinûnê meşiyan. di dawiya meşê de daxwiyaniyek ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabiha Sebrî ve hat dayîn. 
Jina binavê Rihan Xidir a tevlî meşê bû got: “Em weke gelê Şengalê dagirkirina axê napejirînin. Ferqa Şengalê û ti deverên dinê yên başur nîne, dagirkerî li ser kîjan boşta axê hebe emê li hemberî wê bisekinin.”
Endama Rêveberiya Ciwanên Şengalê Sara Botan got: “Weke jinên ciwan emê li hemberî dagirkirina axa xwe bêdeng nemînin. Em ciwanên Şengalê amadene li başur hemberî dagirkeriyê şer bikin.” 
Endama TAJÊ Hena Elyas jî bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo gerila dan diyarkirin: “Dewleta Tirk her roj êrîşî welatê me dike. Emê bi çalakiyên xwe li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”