Şengalî li hember êrîşên ser Başurê Kurdistanê meşiyan

Şengalî li hemberî êrîşên ser Başurê Kurdistanê meşiyan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Sengal  - Meclisa xweser a Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe bi meşekê da nîşandan. Di meşa bi pêşengiya Meclisa Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê, ciwanan û meclisên herêman hat li darxistin diruşmên weke “Bijî berxwedana li hember dagirkeriyê” û “bimire îxanet” hat li darxistin. Di meşê de welatiyên Şengalê nerazîbûn nîşanî bêdengiya Hikumeta Îraqê û ya Herêma Kurdisanê dan û dan zanîn ku berxudaniya li başur tê nîşandan dê qedera Başurê Kurdistanê û Şengalê bi guherine.