Şengalî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran kes li Şengalê li dijî komployê navnetewî ya 15’ê Sibatê meşiyan. Mevşanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hezaran kes li Şengalê bi boneya 26’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Pêkhateyên Ereb, Kurd, Şîe û Sûne jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de bi hezaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş bi dirûşmeya, ‘Bi têkoşînê komploya 15’ê Sibatê, bikin roja azadî û demokrasiyê’ hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Yermûk a Şengalê destpê kir heya ber Mekteba Zarîfa Osê (Medreseya Sor) dewam kir. Piştî ku girse gihîşt qadê deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên azadiyê re hat girtin û piştî wê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, di heman demê de li ser navê Tevgera azadiya jinên Êzidî û Rêveberiya xweser û ciwanên Êzîdxanê axaftin hatin pêşkêş kirin.

‘Emê li ser soza xwe bin’

Axaftina destpêkê ji aliyê endama saziya malbatên Şehîdan Xoxê Feqîr ve hate kirin. Xoxê Feqîr soz da ku ewê ta dawiyê li ser riya rastiyê tekoşîn bike û wiha got: “Em bi riya vê meşê azadiya fîzîkî ya rêberê xwe dixwazin, em aştiyê û wekheviyê dixwazin. Fikirê Rêber Apo yê rastî û wekheviyê ye, me şehîdên xwe di riya vî fikrî de da û emê bidin. Bi riya vî fikrî me li pêşiya fermanan girt. Ji şîrî ta pîrî em ketin vê riyê de û me wekhevî û azadiya miletan xwest. Me 74 ferman jiyan kirin û me rastiya xwe nas nekir. Lê niha em xwedî fikrekî bihêzin û li xwe û civaka xwe xwedî derdikevin.”

‘Komplo li ser Rojhilata Navîn bû’

Herdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rihan Hico jî axivî û da zanîn ku komplo li ser hemû gelên rojhilata navîn bû û wiha got: “Komploya 15’ê sibatê cîhanî bû, navnetewî bû li ser giştî çand û pêkhateyên rojhilata navîn bû. Ev komplo di kesayeta Rêber Apo de li ser hemû netewa bûn. Îro ger ku em vê rojê şermezar dikin û em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye, em bi zanistekî mezin dibêjin. Em bi fikirê Rêber Apo xwe birêxistin dikin û bûne xwedî cesaret û îrade. Di fermanê de her tişt li pêşiya me zelal bû ku kî li gel me ye û kî li dijî me ye. Fikirê Rêber Apo em xilas kirin. Îroj her kesê ku li vir amade bûye ji bo xwe li vire. Emê weke Şengalî bi silogana Xweserî ji Şengal re azadî ji serokatî re emê heta dawiyê tekoşîna xwe bidin meşandin  xweseriya me bi azadiya Rêber Apo pêkane. Hêzên ku ev komplo çêkirine îroj li dijî xweseriya me disekinin, rojane êrîşî me dikin û hesab ji me dixwazin.

‘Tekoşîna me ta azadiyê wê dewam bike’

Rîham Hico di dewama axaftina xwe de da diyar kirin ku erka wan ya sereke azadiye û wiha got: “Îroj ger ku çareseriya pirsgirêka kurd di rojeva cîhanê de ye ev ji berxwedana imraliyê û çiyayên kurdistanê û gelên li kolanan ye. Di nava deh salan de tekoşîna jinên êzidî ji bo azadiya Rêber Apo bû. Em rexnedayîna xwe didin ku îroj em li vir kom bûne û Rêber Apo ne di nava me de ye. Pêwîst bû îroj kes li malên xwe neba ya her kes li qadan ba û banga azadiyê kiriba. Soza ku me daye şehîdên xwe û axa xwe ku ta em serokê xwe azad nekin, em Şengalê xweser nekin û hemû jinan ji destê çeta rizgar nekin wê tekoşîna me dewam bike. Emê ji azadiya Rêber Apo xwe tekoşîna xwe emê mezin bikin ta ku em serokê xwe di nava xwe de bibînin.”