Şehîdên Enfalê li Helepçe hatin bîranîn

Li ber peykerê Enfalê yê li Helepçeyê ji bo bîranîna qorbaniyên Enfalê merasîmek hat li darxistin.

Silêmanî - Ji bo bîranîna qorbaniyên Enfalê merasîmek ya biranînê hat li darxistin. Di merasîmê de rêveberên giştî yên kar û barê şehîdan û xizêmên Enfalan amade bûn. Merasîm li ber peykerê Enfalê yê li Helepçeyê bi danîna gulan destpê kir. Nexşîn Namiq yek ji wan kesane ku kes û karên wê di Enfalê de windabûn di merasîma bîranînê de axivî.
 Nexşîn a xembariya wê ya 33 salan hîna jî bi cilên reş ên li ser bi hemû giraniya xwe dewam dike got: “Ev roje di dîroka Kurdan de weke rojek reşe. Wê demê hêjamarek zêde Kurd bi armanca hatin windakirin. Ew êrîş bi armanca tunekirina Kurdan dihatin kirin. Ez di wê hêviyê deme ku hikumeta Herêma Kurdistan di derbarê kesên hatine enfalkirin de lêkolînekê bide despêkirin û bersucên wan bê seza nehêle.”