Şehîd Malda li goristana şercî hate bibîranîn

Bi boneya 2’ê mîn salvegera Şehadeta Endama Akedemiya Jinelojî ya Kantona Hesekê Malda Kûsa, salvegera wê bi merasîmekê li goristana Şercî hate bibîr anîn.

Hesekê-Endama Akademiya Jinelojiya ya Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Malda Kûsa di 4'ê Gulana 2019’an de dema  ser erka xwe bû  di encama teqîneke mayinkirî de ji aliyê Şêneyên razayî yên DAIŞ’ê ve li navçeya Holê a Kantona Hesekê şehîd bû. Bi boneya duyemîn salvegera Şehadeta Malda îro li goristana Şercî ya bajarê Hesekê ji aliyê Navenda jinelojî ve ya Kantona Hesekê, Kongreya Star ,malbat û rêhevalên Şehîd Mlada bi merasîmekê hate bibîranîn.
 ‘Malda Şehîda fikirê azadiya jin e ’
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê despêkir, paşê Endama Akademiya Jinelojî ya Kantona Hesekê Baran Rojhilat sersaxî ji malbat û rêhevalên wê xwest û wiha got: ”Di kesayeta şehîd Malda de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Malda şehîda fikra azadiye jin e, ked û xebata ku Malda da meşandin li gorî temenê wê yê biçûk pir mezin e. Armanca wê avakirina civakeke exlaq e ku jin têde azad be. Her çiqas em behsa Şehîd Malda bikin em nikarin heqê îfadeye wê bînin ziman. Şehîd malda xwedî kesayetek bi hêz bû, ji bo pêşxistina zanista civakê rojane li ser kar û xebat bû. Di Akademiya Jinelojî de xwedî rolek pir girîng dilîst û perwerde dida . Malda di dilê her kesî de xwedî cihekî tayebet digre . Me ji hêza şehîd Malda hêz girt û em wê mînak dibînin.” 
Paşê nasnameya Şehadetê ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî Dayika Şehîd Malda Lîlwa ve hate kirin.
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.