Şebnem Korur Fîncanci: Piştî 16 rojan dê her tişt biguhere

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci ku li ber Edliyeya Amedê piştgirî da malbatên kesên hatin binçavkirin û girtin, wiha got: "Pir nema, piştî 16 rojan dê ev hemû biguherin, em ê biguherînin. Îrade ya me ye.”

Navenda Nûçeyan- Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci duh li ber Edliyeya Amedê serdana xizmên kesên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed de hatibûn binçavkirin û girtin kir.

Şebnem Korur Fîncanci, di daxuyaniya xwe ya li ber edliyeyê de ji çapemeniyê re operasyonê wekî manevraya hilbijartinê ya hikûmetê nirxand û tiştên ku di dema hilbijartinê de qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Bi teybetî piştî hilbijartinên sala 2015’an gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Bi vê hilbijartinê êdî hemû Tirkiye difikire ku dawiya wan hatiye. Êdî cihekî ku birevin nemaye.”

'Dadgeh tetikkêşiyê dikin’

Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku bi dosyayên vala mirov tên girtin, da zanîn ku dadgeh tetikkêşiya hikûmetê dikin. Şebnem Korur Fîncanci wiha axivî:

“Em dizanin ku nava van dosyayan vala ye. Ji ber ku dosya vala ne û nikarin tijî bikin, biryara nepenîbûnê didin ser. AKP’ê, bandora bombeyê li daraza vî welatî kir û dadgehên sulh û cezayê tetikkêşiyê dikin. Yên divê bên girtin, di ser dadgeha sulh cezayê re digrin û nahelin ku tu xebatê bikin. Ev bi salan e wiha didome lê bi salan e ku têkoşîn jî naqede. Wan bigrin jî dê yên ji derve têbikoşin. Pir nema, piştî 16 rojan wê ev hemû biguherin, em ê biguherînin. Îrade, ya me ye. Divê em îradeya xwe ya hilbijartinê û kontrolkirinê, bi awayekî bi bandor bi kar bînin.”

Şebnem Korur Fîncanci, piştî axaftina xwe li ber edliyeyê, bi Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re suhbet kir.