Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake
Malbata Şenyaşar a ku di roja 767’emîn de Nobeta Edalete didomîne, der barê nirxandina wezîrê adaletê yê Tirk Bekîr Bozdag de got: “Nimêj û cilnimejan eniyên qirêj paqij nake.”
Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin di roja 767'an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ku ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber edliyeyê, li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nivîsîbû nobeda Edaletê dan destpêkirin.
‘Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake’
Malbata Şenyaşar der barê axaftina Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag yê ku namzetê parlamenteriyê yê Rihayê ye duh li Rihayê kiribû, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev tişt parve kir.
“kesên ku eniya wan li nimêjê ket ketine çi karen qirêj gel baş dizane. Ne nimêj ne jî cilnimêj eniyê wan yê qirêj qebûl dike. Gele rihayê yê bi rumet dê bersiveke baş bide bekir bozdag ê ku adalete qetil kiriye.
Bekîr Bozdag di axaftina xwe ya li Rihayê de wiha gotibû: "Yan di êvara 14’ê Gulanê hinek kes dê şampanya biteqînin û heta sibê pîroz bikin, an jî hinek kes wê eniya xwe ya paqij deynîn ser cilnimêjê û ji xwedê re şikir bikin.” Ev daxuyaniyên Bekîr Bozdag rastî bertekan hatin.