Şanogera Mexrîbî Khadija Assad jiyana xwe ji dest da

Yek ji navên herî girîng a şano û hûnera Mexrîbê Khadija Assad di 71 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê ya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Şanogera Mexrîbî Khadija Assad ev demek dirêj bû ji ber pençeşêrê dihat dermankirin. Hûnermenda 71 salî, li mala xwe ya rojên xwe yê dawiyê lê derbas kir jiyana xwe ji dest da.

Khadija Assad yek ji navên li pêş a di lîstokên şano, sînema û bernameyên televîzyonê yê Mêxrîbê de bû. Şanogera ku herî zêde bi performansa xwe ya di lîstokên komediyê de hat nasîn, îmze avêt helek xebatên hûnerî.