Şanoger Zeyneb Ferhat jiyana xwe ji dest da

Çalakvana mafên mirovan û derhênera fîlman, rojnamevan Zeyneb Ferhat rêvebera şanoyê ya li Tûnisê û endama komeleya jinên demokrat a Tûnisê jiyana xwe ji dest da.

Tûnis- Roja Sêşemê di 18'ê Gulanê de wezareta çandê li Tûnisê ji ber mirina çalakvan, derhênera fîlman û rojnamevan Zeyneb Ferhat piştî têkoşîna wê bi nexweşiyê re şîn îlan kir.
Zeyneb ferhat bi parastina mafên mirovan û pirsgirêkên jinan û bi daxwazên xwe yên wekheviya di navbera jin û mêr de dihat naskirin her wiha Zeyneb peywira rêveberiya şanoya ku ji hêla hevjînê wê Tewfîq El-Cibalî ve di sala 1987'an de hatibû damezrandin girtibû sr  xwe.
Zêdetirî 20 salan çavdêriya şano û xebatên çandî kiriye ku bi şano û hunerê re mejûl dibe yekem şanoya taybet li Tûnisê ye her wiha di van salên dawî de Komeleya Zenûbiya damezirand da ku piştgiriyê bide çand û perwerdekirinê li deverên ku kêm dimînin û dûr in, di eynî demê de piştgiriya wê  ji bo projeyên cihêreng ên şanoyê li deverên cuda yên welat hebû.