Şanoger Kîjan Osman: Divê piştevaniya hunermendên jin bê kirin

Şanoger Kîjan Osman destnîşan kir ku li Helebcê, piştevaniya hunermendan nayê kirin û got ku divê piştevaniya darayî ya hunermendan bê kirin.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Ji destpêka sedsalên borî ve ji ber nebûna jinan a di şanoyê de û ji ber ku ev wek kevneşopiyek bûye, her wiha ew aqlê ku jinê paşguh dike, şerm bû ku jinên şanoger derkevin ser dikê. Di dawî de mêrên şanoger û aktor bi xwe neçar bûn ku rola jinan bibînin. Ev jî derdixe holê ku bêyî jinan ti wateya şanoyê tuneye. 

Yekem car li kampa koçberan ji bo zarokên koçber leyîst

Kîjan Osman di sala 1999’an de ji dayîk bûye û di sala 2016’an de dest bi hunerê kiriye. Ger ku niha piştevaniya wê bihata kirin, dê karê xwe bidomanda. Kîjan da zanîn ku karê wê yê yekem li kampa Berzince ya koçber lê diman bûye û şanoyek ji bo zarokên koçber lîstiye.

‘Li Helebcê saziyek ku piştevaniya hunermendan bike nîne’

Kîjan Osman li ser pirsa “gelo li Helebcê piştevaniya hunermendan tê kirin an na?” wiha got: “Ev demek kin e li Helebce me û berê li Seyîdsadiqê bûm. Di aliyê xebatên hunerî de gelek kêfxweş bûm, lê belê di aliyê îdarî de nebûna piştevaniyê û bi taybetî li Helebcê nebûna piştevaniyê, ez xemgîn kirim. Ji derveyî qerta hikûmî, li bajarên mezin jî ewqas piştevaniya huermendan dikin, li Helebcê bi tu awayî ew piştevanî tuneye. Ne hikûmî ne jî qertên taybet. Astengiyek mezin li pêşiya qadên jinan hene û divê hunermend hewl bidin ku astengiyan çareser bikin.”

‘Civak li hemberî jinan ne hişyar e’

Kîjan Osman balkişand ser astengiyên li ber pêşketina jinan a di qada hunerê de û wiha got: “Wek kes ti astengî li pêşiya min tuneye. Lê belê di aliyê giştî, îdarî û aborî de di civakê de rastî zextan tên û çareseriya wê giran e. Ji ber wê, divê civak hişyar be.”

Kîjan Osman ji jinan xwest ku dev ji têkoşîna xwe bernedin û ev peyam da: “Jinên ku kêrhatiya wan heye û ew ezmûna wan heye, dikarin derxin derve û girîngî bidin xwe. Niha gelek jinên kêrhatî hene diçin derve û divê bi destê wan bê girtin. Her çiqas piştevaniya darayî kêm be jî, kêmbûn nebûye asteng ku jin karê hunerî bikin. Berovajî wê, bû sedem ku jin rêya xwe bidomînin û jinan serkeftinê bidest xistin.”