Ji 5 tevgerên jinên Kurd ji bo xwepêşandanan daxuyaniya hevpar
5 tevgerên jinên Kurd, daxuyaniyek hevpar weşandin û êrîşa Muhafizên Şoreşa Îranê ya li dijî xwepêşanderên gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û bang kirin ku piştgirî bidin xwepêşanderan û bertek nîşanî êrîşan bidin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rêxistina Asoya Jinên Kurd, Tevgera Jinên Kurdistan a Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistan a Îranê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina) daxuyaniyek hevpar weşandin û rewşa dawî ya li Îranê û êrîşên Muhafizên Şoreşa Îranê yên li dijî xwepêşanderên gel şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di rojên dawî de xwepêşandanên gel ên li bajarên cuda yên Îran û Kurdistanê bi awayekî lez belav bûne. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Komara Îslamî ya Îranê mîna di raboriyê de, ji bo tepeserkirina van xwepêşandanan tundî û rêbazên zextê bikar tîne û bi taybetî herêmên Kurdan bi awayekî tund tên hedef girtin.
Rêxistinên jinan, êrîşên li dijî xwepêşanderan a bi taybetî li herêmên mîna Malekşahî û Luristanê mîna "sûcekî vekirî" û "binpêkirinek giran a mafên mirovan" bi nav kirin û kiryarên bivî awayî bi tundî şermezar kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku jin hertim di eniyên pêş têkoşînên civakî de cihgirtine û bi taybetî li lidî polîtîkayên zayendperest û neteweperest li ber xwe dane. Tevgerên jinan, piştgiriya dan têkoşîna mirovên ku di xwepêşandanên dawî de bûn hedefên hêzên ewlehiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû hêzên azadîxwaz hate kirin ku li hemberê geşêdanên li Îran û Kurdistanê bêdeng nemînin û bi awayekî şênber û bandor piştgirî bidin têkoşîna gel.