Şandeyek ji Fransayê serdana YPJ’ê kir
Şandeyek ku ji Fransayê berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana fermandarên YPJ’ê kir.

Hesekê – Ji bo pîrozkirina Newrozê, ji Fransayê hunermendê Sûrî Semîh Şqêr û berpirsê koma wan ê mûzîkê Husam, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di 24’ê Adarê de jî, bi fermandarên YPJ’ê (Yekineyên Parastina Jinê) re hevdîtin kirin. Ji fermandariya YPJ’ê Viyan Adar pêşwaziya wan kir, her wiha ji konseya leşkerî ya YPJ’ê Lana Hisên û Berxwedan Qamişlo jî di hevdîtinê de amede bûn.
‘YPJ ji bo gelan bûye hêviya serkeftinê’
Di hevdîtinê de Semih Şqer despêkê Newroza 2025’an li hemû fermandar û şervanên YPJ’ê pîroz kir û axaftinê xwe wiha domand: “YPJ, bi bîr û baweriya xwe ya mezin a têkoşînê îro di tevahiya heremên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de bandorek mezin ava kiriye. Bi taybetî YPJ’ê bi têkoşîna xwe ya li beramberî desthilatdariya mêr û terora DAIŞ’ê, ji bo giştiyê heremê û cîhanê bûye hêviya serkeftinê. Bi taybetî di peşengiya jinên Kurd de pir netewbûna hêzên YPJ’ê li giştiyê herêmê di nav civaka me ya Ereb, Kurd, Suryan û Ermen de jî guhertinên mezin ava kiriye.’’
‘YPJ di avabûna Sûriyeke demokratîk de rolek girîng dilîze‘
Di berdewama hevdîtinê de li ser rol û mîsyona ku jin di avakirina Sûriyeya nû de bileyze nîqaş hatin kirin. Di van nîqaşan de hat gotin bêyî ku jin di avakirina Sûriyeya nû de cîh bigre, kes nikare behsa Surîyeyek demokratîk bike. Hat bilêvkirin ku Sûriye di peşengiya jina azad de dikare bi awayekî wekhev bijî. Di berdewama axaftina xwe de herdû hunermendan ji bo têkoşîna YPJ’ê spasî kirin û diyar kirin ku wê bi pêşengtiya YPJ’ê ewlehî û aştî li herêmê misoger bibe, pêwîst e ev têkoşîn her tim xwe domdar bike.