Şandeyek Bakurê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kir

Bi mebesta hevdîtin û nîqaşkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna yekitiya neteweyî, şandeyek ji Bakurê Kurdistanê gihîşt Başûrê Kurdistanê û bi waliyê bajarî Silêmaniyê re hevdîtin kir.

Silêmanî – Şandeyek ji jinên parlamenter û hevserokê şarederiyên Bakurê Kurdistanê, parlamentera bajarê Sêrtê Sabahat Erdoxan, hevşaredara Silopiyê Edalet Çîmen, berpirsa rêxistina jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk Neslîhan Acar, endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulbihar Alp Su pêk tê, serdana bajarê Silêmanî kirin û armanca serdanê ew e ku li gel alî, kesayet û rêxistinan de der barê pirsgirêka gelê Kurd, rewşa jinan li parçeyên Kurdistanê guftûgo bikin û armanc pêkanîna yekitiya neteweyî ye.

Di vê çarçoveyê de şande îro li dîwana parêzgehê li gel Heval Abubekir, parêzgehê bajarê Silêmanî civiyan û der barê rêbaza pêkanîna yekitiya neteweyî de guftûgo kirin.

Li gorî bernameyê îro bi mebesta guftûgokirina rewşa jinên Başûr û têkoşîna hevbeş a jinan saet 13:30’an de li gel Yekitiya jinan li baregeha Yekitiya Jinan kom bibin, piştre di saet 15:30’an de serdana Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) bikin.