Şandeya Yekrêziya Jinan serdana Hewlêrê kir
Li dijî bazirganiya jin û zarokan şandeyek ji yekrêziya jinan a li dijî tundî tujî û dagirkeriyê serdana Hewlêrê kirin.
Li dijî bazirganiya jin û zarokan şandeyek ji yekrêziya jinan a li dijî tundî tujî û dagirkeriyê serdana Hewlêrê kirin.
Navenda Nuçeyan- Şandeyek ji yekrêziya jinan ya li dijî tundî tujî û dagirkeriyê ji bo pêşîlêgirtina bazirganiya jin û zarokan serdana bajarê Hewlêrê kir. Yekrêziya jinan li ser heft rêgezên jinan ji bo pêşîlêgirtinên bazarganiya jin û zarokan kampanyayek ya imzayan dabûn destpê kirin û 245 imza kom kirine. Ew imzayên hatin komkirin radestî wezareta bajarê Hewlêrê kirin.
Şandeya ku ji çar endamên yekrêziya jinan pêk dihatin ji aliyê Wezîra Karên Civakî û Malbatê Kuwêstan Mehemed ve hatin pêşwazî kirin. Şandeyê ew imzayên ku kom kirine radestî wezareta karûbarê civakê kirin. Yek ji xala bingehîn ya kompanya îmzayan ew bû ku jin dixwestin pirsgirêkên jiyana jinan ya li girtîgehan ku bi tewanên tund tên girtin û têkelî jinên din nakin were çareser kirin.
Kuwêstan Mehemed li ser daxwaza şandeyê wiha got: “Em li ser çareseriya ew xalên ku peywendî bi wezareta meve heye xebat didin meşandin. Di pilansaziya me de çêkirina girtigehek mezintir li bajarê Silêmaniyê heye û ev girtigeh jî ji sedan 27’ê karê wê temam bûye û em li benda butçeya ku bi temamî were temam kirinin.”
Li bajarê Hewlêrê û di dirêjahiya serdanan de şandeyê serdana wezareta perwerdê û Dr Saman Berzencî kirin. Îmzayên hatine komkirin radestî sekreterê perwerdê Alan Mehemed Seîd kirin.
Serdanên Şandeya yekrêziya jinan ya li dijî tundî û tujiyê ji bo pêşî li bazarkirina jinan û zarokan bigre di dome. Di serdanên xwe de şande hewil dide ji bo van pirsgirêkan çareseriyekê bibinîn.