Şandeya KNK’ê li Bexdayê serdana Paritya Komunist a Îraqê kir

Di çarçoveya hevditinên şandeya KNK ya aliyên siyasî û rêxistinên Iraqê de, li Bexda KNK bi Partiya Komunist a Iraqê re civiya û êrîşa dewleta Tirk ya li ser Şengalê mijara sereke ya civinê bû.

Navenda Nuçeyan - Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Bexda bi Partiya Komunist re civiya. Di civinê de êrîşên dewleta Tirk li hemberî wê xurtkirina peywendiyan û xebatek hevbeş li dijî pilangerî û metirsiyên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê hat goftogokirin. Di civinê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi tundî hat şermezar kirin û daxwaza xebata hevbeş di navbera hamû aliyên medenî yên Iraqê de kirin.