Şandeya DEM Partî: Gelê Rojava ne tenê ye

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê piştî serdanên xwe yên bi sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê re, daxuyaniyek çapemeniyê da û got: “Li herêmê lîstokek mezin heye, divê hêzên demokratîk û aştiyê hestiyar bin û li dijî vê lîstokê bisekinin.”

Navenda Nûçeyan- Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmoglulari, Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, hevberdevkên İnîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) ê Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasan Ji Bo Azadiyê (OHD)’ê Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê Dem Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê, îro serdana çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şandeyê der barê naveroka serdanan de li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da saziyên çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî hat dayîn. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi zimanê Kurdî, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari jî bi zimanê Erebî û Tirkî daxuyanî da.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî bi navê Rêveberiya Xweser û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bixêrhatina şandeyê kir û ji bo piştgiriya wan a bi gelê herêmê re spasiya şandeyê kir.

‘Li herêmê lîstokek mezin heye’

 

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari: "Gelê Rojava ne bi tenê ye. Rojava wek gulekê li herêmê vebûye. Bi salan e şerê li dijî gelên herêmê tê meşandin, daxwaza gel jî wek nimûneya li Rojava bijîn. Rojava nêzîkatiyek ku naxwazin bi gelên herêmê re şer bikin nîşan da. Me îro bihîst ku hevdîtin di navbera Şam û Rêveberiya Xwesr de pêk tên, em hêvî dikin ku lihevkirinek pêk bê. Divê demildest êrişên li ser Rojava bi dawî bin, Rojava destkeftiyeke mirovahiyê ye. Wekheviya gelan mîsogeriya Sûriyeyê ye.

 

Li herêmê lîstokek mezin heye, li hemberî vê divê hêzên demokratîk û aştiyê hestiyar bin û li dijî vê lîstokê bisekinin. Sûriye nikare bi şeran gelên din rake.

 

Em dibînin welatên garator erkê xwe paşguh kirine. Em bang dikin ku erkê xwe bi cih bînin. Ev ax aştiyê dixwaze. Ji bo aştiyê her kes li benda Tirkiyeyê ye, Tirkiye dikare di avabûna aştiya herêmê de rolekî aştiyane bilîze. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Colanî re danîne dide nîşan ku dikare vê bike. Dixwazim binê wê xet bikim ku li herêmê lîstokek heye, dixwazin şerê gelê Kurd û Ereb derbixin. Sûda vê ji kesî re tune ye. Li Tirkiyê jî hevdîtinên ku li ser banga 27’ê Sibatê (2025) a birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hene. Kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê jî şerê Kurdan û Tirkan derxin, li dijî vê pêvajoyê ne.

 

Bila bê zanîn ku gelê Rojava ne tenê ye, duh em li dijî qirkirina gelê Elewî, Sunî û Durzî derketin. Niha jî em li dijî qirkirina gelê Kurd disekinin."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir: "Em ji duh ve bi partiyên siyasî, sivîl û Rêveberiya Xweser re dan û standinan dikin. Îro jî em vê daxuyaniyê didin. Em di Nîsanê de jî weke şandeyekê hatin. 8 meh derbas bûn, dîsa em li Rojava ne. Di navbera van herdu hatinan de me tiştek ferq kir em dixwazin ji cîhanê re parve bikin.

 

Dema em di Nîsanê de hatin, li her kolanê, sazî û di nava her pêkhatiyekî de çavdêriyek me çêbû. Rêveberiya Xweser dixwest jiyaneke nû ava bike û encamên şer ji holê rake. Amedekariyê wê dikir. Lê îro çavdêriyê me ew e di navbera 8 mehan de bi her awayî ji neçarî, bi êrişên hovane û koployek navnetewî, bi hemû hêza xwe di rewşa awarte û parastinê de ye.

 

Em dibînin ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser dîplomasiyek nerm dike. Ji bo li ser bingehê rûmetê û statuya Rojava û rûmeta gelê Kurd vê aştiyê li dar bixe. Dê heta dawiyê li ser van pîvanan tev bigere. Ev nayê wê wateyê ku gelê Rojava lewaz e. Ji ber dixwaze pêşiyê li şer, komkujî û koçberkirinê bigire. Bi salane Sûriye û Rojava ji xwînê, şer û koçberiyê têr bûye. Bi berpiryariyek dîrokî tev digere. Em minetdar in.

 

‘Em ê serbikevin’

 

Em dixwazin ji gelê xwe re tiştekî parve bikin. Pêdiviya gelê Rojava bi her awayî bi sekneke dîrokî, berxwedanê û pêşengiya jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê heye. Ev çend roj e Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me yê Rojava hêviyekî, moralekî derxistiye holê. Pêwîst e li Bakur û Tirkiyeyê, li Başûr em piştgiriya bikin. Ne tenê bi gotin, bi çalakî û bi derfetên zehmet jî be xwe bigihînin Rojava. Beşdarî berxwedana Rojava bibin. Rojava di seetên dîrokî re derbas dibe. Eger encamên nebixêr pêk bên, dê ne tenê li Rojava bimîne. Dê li Başur, Zagrosan û çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ji ber wê jî li hemberî van êrişan têkoşîna gelê Rojava îro 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan. Ev pir bi nirx e. Lê bi ewqas planên mezin û hesabên kûr, bi piştgiriya navnetwî hîna tiştên em bikin pir in. Her seet her kêlî ji bo me, ji bo man û nemanê, ji bo azadiyê û bindestiyê girîng e. Ji ber vê ji Bakur hewl didin xwe bigihînin vir. Ev moralek mezin ava kiriye. Em bang li Ewropayê jî dikin, divê demildest û teqez zor bidin derfetên xwe, xwe bigihînin erdnîgariya Rojava. Ji bo serkeftina têkoşînê her piştevaniyek pir girîng e. Ev çalakiyên derketine pêş, dê hêzên planên xirab dikin neçar bikin ku komên xwe danin pêş xwe û hesabên rast bikin. Lê hîna hêviya wan ji şer, kuştinê, têkbirinê heye. Dibijin em ê serbikevin. Lê dostên Kurd û gelê Kurd piştgiriyek wan a mezin heye. Me gelek caran di dîroka nêz de ev rewş derbas kiriye. Eger em cewherê xwe, bi hêza xwe bawer bin. Em ê serbikevin.

 

‘Xwe bigihînin Rojava’

 

Bangawaziya me ji tevahî sazî, tevger û partiyên Kurd re hene. Gelê Kurd hewara yekîtiyê dike. Em li vir bi vê şandeyê me xwest vê hest û helwestê ne tenê bi gotinan bi pratîkî jî pêk bînin. Xwe bigihînin Rojava. Em li vir in, em ji cîhanê re îlan dikin. Saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan, her tim digotin em denydarên Kurdan in. Gelên herêmê yên digotin eger îro em dijîn em deyndarê Kurdan in. Divê piştgiriya xwe ya şênber û vekirî ji berxwedan û gelê me yê Rojava re eşkere bikin.

 

‘Ya ku me ji vê xeteriyê derbas bike hêz û cewhera gelê Kurd û Kurdistanê ye’

 

Gelê me yê Bakur divê gotina me ya dawî ev be, em ê berxwedana xwe bê navber bidomînin. Ev bû cara 3ˊyan peyman tê îmzekirin. Lê hîna seetek derbas nabe Şam van peymanan binpê dike. Heta ragihandina Rêveberiya Xweser rêyekê diyar neke, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê tê bikoşin û li ser piyan bin. Ya ku me ji vê xeteriyê derbas bike hêz û cewhera gelê Kurd û Kurdistanê ye. Me xwest em vê peyama xwe ji gelê Rojava, Kurdistanê û cihanê re parve bikin."

 

‘Dibe ku Şengalek nû bê jiyîn’

 

Xerîb Hiso jî spasiya şandeyê kir û wiha got: “Îro Rojava û Kobanê bûne rojeva cîhanê. Ji 6’ê Çileyê ve şer, komkujî, bêbawerî zêde bûye. Şerê qirkirinê li me tê ferzkirin. Ev komployek navnetewî ye. Ne ji xwe bê deng in. Li hemberî DAIŞ’ê, Colanî û hovîtiyê bê deng in. Weke Şengalê. Kê çi kir. Bêdeng bûn, bêdengbûna niha jî metirsiyek weke Şengalê derdixe pêş. Lê dema komkujî li serê gelan çêdibin, piştgirî û alîgirên gelan jî çêdibin. Hêviya me jî ev e. Hatina şandeyê hêzekî dide me. Şande ji Kurd, Ereban pêk tê. Ev peyameke biratiya gelan e. DAIŞ û Colanî biratiyê naxwazin. Bi sedhezaran li Rojava jiyan dikin. Bi sedhezaran kes li Kobanê dijîn. Kobanê di dorpêçê de ye. Eger ev bidome, dê kî bersiva vê bide. Ev dewletên garantor dê çi bersivê bidin. Dibe ku Şengalek nû bê jiyîn. Ev ne dûr e. Ji ber vê jî em xwe diparêzin, ji ber vê gelê me li Kurdistan û derveyî Kurdistan li ser piyan e. Hêzên demokrtîk jî piştevaniyek mezin didin. Ev dihêle ku em bi serbikevin. Ew dengên me ne û em jî berxwedaniyê didomînin. Çavê her kesî li civîna Hewlêrê ye, em ê li gorî encamê tev bigerin. Divê em ji her tiştî re amede bin.”