Şandeya Îtalî ya serdana Şengalê kir: Em ê dengê jinan ragihînin

Lucia Giusti û Mirca Garuti ku di nava şandeya Îtalî de serdana Şengalê kirin bal kişandin ser êrişên li ser Şengalê û gotin, “Em ê dengê jinan ragihînin.”

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Roja 19’ê Gulanê şandeyek ku ji 10 kesên rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan a ji saziya Associazione Versi il Kurdistan pêk dihat serdana Şengalê kir, serdana saziya tendirustiyê û nexweşxaneyên Xanesor, Serdeşt, Borik, Tilizêr û navenda Şengalê kir. Dûre bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) her wiha Tevna Alîkariya Jinên Êzidî re jî hat cem hev û bi jinan re li ser rewşa jinên Êzidî têkoşîna wan armanc û xebata wan axivî. Şandeya Îtalî bi sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser re rûnişt û li ser rewşa herêmê gotûbêj kir.

‘Çûn cihên ku rastî êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê hatine’

Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ’ê Suham Şengalî der barê serdana şandeya Îtalî de diyar kir ku ew weke civaka Êzidî serdanên kesayetiyên  navdar û rewşenbîr gelek bi nirx dibînin û got: “Armanca şandeya Îtalî ya ku li Şengalê mêvanên me ne piştgirîdayîna projeyên tendirustî ye. Berê jî hatibûn. Dema ew li vir bûn êrîş li ser Şengalê çêbûn ev êrîş jî bû mijareke sereke ya hevdîtinê. Wan bi xwe jî têkoşîna gel a li dijî her cure êrîşê dîtin û ew bi xwe jî li dijî van êrîşan bi bertek bûn. Her wiha li cihên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ve hatin topbarankirin û hilweşiyayin weke Sûka Serî her wiha Nexweşxaneya Sikêniyê geriyan.”

‘Dayikan ji wan re behsa fermanê kir’

Suham Şengalî qala hevdîtina şandeyê ya bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî re kir û got: “Hevdîtineke taybet bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re jî li dar xistin. Di hevdîtinê de rewşa jinên Êzidî berî fermanê, piştî fermanê her wiha bi taybetî jinên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ketine destên çeteyên DAIŞ’ê hat guftûgokirin û dayikan qala serpêhatî û têkoşîna xwe ji şandeyê re kirin. Em weke civaka Êzidî van serdanan ne tenê weke pêkanîna projeyan bibînin. Herî zêde em dixwazin ji meraqa wan re bibin bersiv da ku ew di qada navnetewî de rewşa Şengalê, êrîşên li ser û têkoşîna gel ragihînin û piştevaniya welatên xwe ji bo Şengalê zêde bikin.”

‘Em dixwazin pergala xwe bidin avakirin’

Suham Şengalî herî dawî jî diyar kir ku her çiqas ew dixwazin pergala xwe li ser vê axê bidin avakirin jî her dem astengiyan tên û got: “Mijara din a ku em li Iraqê li ser disekinin û dixwazin fermî bikin jî pergala Rêveberiya Xweser e. Jixwe em jî vê pergalê mereq dikin mijara hevserokatî ku tenê di cîhanê de di vê pergalê de heye em dixwazin bi wan re parve bikin. Ji ber ku weke civaka Êzidî niha em xwe bi vê pergalê bi rê ve dibin. Ji bo di cîhanê de jî ev yek hê bêtir bê naskirin û piştgirî jê re bê dayîn em van hevdîtinan pir girîng dibînin.”

‘Piştî 2 salan me guherînên neynî dît’

Endama saziya Associazione Versi il Kurdistan Lucia Giusti  wiha got: “Li Şengalê em bi xwe dîbînin û ji denge gel bi taybet jinan guhdardikin ku beriya fermanê û piştî fermanê rewş çiye. Dema ku em hetin rê nedan ku em werin. Vegerina me ya piştî 2 salan hîşt ku em guhertinen neyni ku di vê hereme de çebûne bi çav bibînin. Bi taybet di vê heremê de êrîşen bi keşfên dewleta tirk gelek zêde bûne. Ji aliyê hikumeta Îraqê ve tu mudaxeleya wê nayê kirin. Agahiya civaka Avrûpa j nine ji ber tu agahî nayên belavkirin.”

‘Me xest em guh bidin êşên dayîkan’

Mirca Garuti derbarê serdana ji bo Şengalê de wiha got: “Piştî  2021 em hatin û niha 2023 me cardin dît ku ev civakek mêhvanperwer e, yek in û bi irade têkoşîna xwe ji bo sexwebûna xwe berdewam dikin. Serdana me ya Şengalê di sala  2021’an de, dema ku em hatin Şengal hate bombabaran kirin û her roj hikumetê di got me derkevin demê we temam bû, me kare xwe jî temem nekir, li ruxmê ku bernameya me aşkira bû.  Me xwest em li vêderê guh bidin dayikan û Îtalya komkojiya 2014’an bi fermî nas bikin.”