Şanda Aştî û Azadiyê serdana rewşenbîrên Silêmanî kirin

Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê serdana Rewşenbirên bajarê Silêmaniyê kirin û behsa rewşa Başûrê Kurdistanê û giringiya hatina Şandeya Aştiyê kirin.

Silêmanî - Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê serdana Rewşenbîrên Silêmaniyê kirin û di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û rewşa rêgiriya ku li şandeyê hatî kirin de axivin. Rewşenbîr Geşe Dara xêrhatina şandeyê kir û got: “Gelê Kurd bi hezaran sale li vêderêne tu caran hewil nedaye êrîşî gelê navçeyên dewr û ber bikin. Lê belê dewletên neyarê Kurdane û di dirêjahiya dîrokê de êrîşên dagirkeriyê li ser gelê Kurd daye meşandin.”

“Em dixwazin êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi sekine”

Endama şandeya Aştî û Azadî Lida Vinrit jî di derbarê serlêdana wan de wiha got: “Em ji bo anîna aştiyê hatine vêderê, emê goftogo li gel aliyên siyasî yên Kurd bikin. Me xwest guh bidin axaftinên we. Em ne dijî aliyên siyasî yên Kurdistanê ne. Em dixwazin êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi sekine. Em daxwaz ji desthiladar û hikumetê dikin li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Hun ne bi tenê ne, em li gel wene heta ku em dengê we bigihînin hemû cîhanê. Em li vêderê ji bo êrîşên dewleta Tirk rawestinin xebatê dikin.”

Şandeya Navdewletî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê biryar dane ku îro bejdarî xwepêşandanê hunermedan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûr ya li Baxê Giştî ya bajarê Silêmanî destpê dike bibin.