Şahiya zarokên Kobanê

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Hîlala Zêrîn li navenda Tevçandê ya Baqî Xido bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" şahiyek ji zarokên Kobanê re li dar xistin.

Kobanê - Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Hîlala Zêrîn li navenda Tevçand a Baqî Xido li bajarê Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", şahiyek ji zarokan re li dar xist. Di şahiyê de koma şehîd Barîn ya muzîk, koma şehîd Şîlan ya govendê, koma şehîd Canda ya sitranan, zarokên danîngeha Arî û ya Keskesora Alan a reqsê hatin pêşkêşkirin. 
Bi boneya vê rojê Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê Mîrxan Ismail nêrîna xwe wiha parve kir: "Em rojbûna Rêber Apo li hemû jinan û zarokan pîroz dikin. Bi nêzikbûna 4'ê Nîsanê me wek saziyên jin dest bi rêze çalakiyan kiriye, yek ji wan çalakiyan şahiya zarokan e. Îro em wek Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çand me xwest em dilê zarokên Kobanê geş bikin. Zarok jî hestên xwe bi riya  hunerê ji Rêber Apo re tînin ziman. Şahiyên wiha gelek zarokan kêfxweş dikin. Di heman demê de Rêber Apo ji bo zarokan hefteyek veqetandibû, ji bo wê jî me îro şahî ji zarokan re li dar xist."