Şahidiya jinek Sûdanî: Ger parastin nebe em ê hê jî bedel bidin

M.M. ya ku li Sûdanê şahidiya binpêkirinan kiriye anî ziman ku tiştên gel dijî “şerê hebûnê” ye û anî ziman ku heya mekanîzmayek rast a parastinê hebe dê jin bedel bidin.

ZUHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis – Li Sûdanê ji şerê ku ji sala 2023’yan ve dest pê kiriye heta niha, jiyan veguheriye dojehê. Li welat tenê qîrîna ji ber êşan û dengê girîna zarokan bilind dibe. Mirov êdî tenê ji bo sax bimînin di nava lêberînan de ne. Zevî hatine wêrankirin, mal hatine şewitandin, bajarên ku berê dengê kenê jê bilind dibû û mirov kêfxweş bûn, îro bûne qadên mirin û zulmê.

Di şerê ku didome de yên bedela herî giran didin jin in. Bi darê zorê derxistina ji cih û warê xwe, ji ber birçîbûn û êrîşan; li Sûdanê tenê bêhna xweliyê ji bajaran tê, dengê lingê kesên ji mirinê direvin tê û rûyê jinên ku barê şerê hovane ketiye ser milên wan xuya dike.

‘Mirin êdî agahiyeke ku mirov bitirsîne nîn e’

Ajansa me bi jinên ku li wê herêmê di nava agir de dijîn re hevdîtin kir û li şahidi û serpêhatiyên wan guhdarî kir. Şahidiya ku ji nava êşan tê, tenê vê pirsî bi xwe re tîne: “Gelo heta aştî çêbibe dê jin çiqas bedel bidin?”

Jineke Sûdanî ya bi navê M. M. Ji trajediya herî xofdar a pevçûnên li welatê xwe re şahidî kiriye. Diyar dike ku bi malbat xwe re di bin xetera mirin, îşkence û birçîbûnê de ji warê xwe hatiye derxistin rewşa li Sûdanê bi gotinên; “şerê li dijî mirov” bi nav dike û wiha dibêje: “Mirin êdî agahiyeke ku mirov bitirsîne nîn e; saxmayîna mirov dibe nûçe. Birçîbûn, tirs, tecawiz û mirinê jiyana me dorpêç kiriye.”

‘Li El-Faşêrê kesên ji Kolombiya Etiyopya Yemen Sûriye û Çadê hatibûn hebûn’

M. M. diyar dike ku sê rojan di navbera strî û xirbeyên avahiyan de tî û birçî meşiyane, behsa rêwîtiya bi xeter dike û dibêje ku gelek mirovên ji ber guleyan direviyan ketine deryayê û qeniqîne. Her wiha diyar dike ku li kolalan bi ajalan re raketine, heman av û tiştan xwarine û got: “Em sê rojan tî û birçî man. Şer li bajaran bûye sedeme hovîtiyan. Kesên biyanî hatin Sûdanê û bi zimanê me berê nebihîstibû diaxivîn. Li El-Faşêrê ksên ji Kolombiya, Etiyopya, Yemen, Sûriye vû Çadê hatibûn hebûn. Leşkerên Kolombiyayî bajar dagir kirin.”

‘Ketin mala me rûniştin xwarina me xwarin zêr û pereye me girtin’

M. M. balê dikşîne ser şîdeta li dijî jinan û wiha didomîne: “Her der bi mirin, tecawiz, revandin û birçîbûnê hat dorpêçkirin. Siya mirinê li her derê heye. Sûcdar digerin û zarokên me jî gelek caran tên rehîngirtin. Li ser mal û milkên me jî êrîş çêbûn. Ketin malên me, rûniştin, xwarina me xwarin, zêr û pereyê me girtin…Bi bêwijdanî amadekariya kuştina me kirin.”

M. M. behsa zewicandina bi zorê ya zarokên keçik jî kir û wiha got: “Malbatan neçar dikin lewre redkirin tê wateya mirinê… Rewş wisa bi xof e ku tu gotin têra vegotinê nakin. Mêrek dema ku hewl dida bireve bavê xwe yê extiyar li wesayîdê suwar kiribû. Hêzên Piştgiriya Lezgîn wesayîdê rawestandin û ji bo wesayîdê jê bistînin li ber çavên wî mêrî bavê wî kuştin. Tiştên ku li Sûdanê tên jiyîn pir xirab in. Bedela herî mezin jî jin didin.”