Şahidiya berxwedena 16 rojan: Têkoşîna bi biryar

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di van 16 rojan de nîşan da ku dara berxwedanê ya 30 salan hişk nebûye û bi hêza xwe ya penaberiyê nehişt Mexmûr bibe zindanek servekirî.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Beriya 30 salan dest pê kiribû meşa wan a têkoşîn û berxwedanê. Êdî jiyan ji bo wan bûbû berxwedan, bi salan di nava bayê koçberiyê de ji warekî koçî warekî din bûn. Li her warê ku lê bi cih dibûn jî zilm, zext û zora dewleta Tirk li ser wan hebû. Lê her dem ji xwe re jiyana bi rûmet esas girtin û li gorî wê tevgeriyan. Ji ber ku her kes nikare jiyana bi rûmet bipejirîne. Çawa jiyana bi rûmet nabe para her kesê, mirina bi rûmet jî nabe para her kesê. Lê xelkê wargeha Mexmûrê hem jiyan hem jî mirina bi rûmet da pêşiya xwe û ber bi warek cuda ve ket riya penaberiyê.

Piştî 7 wargehan hatin Mexmûrê

Di vê meşa penaberiyê de 7 war guhertin, di her warê ku lê bi cih dibûn de li ruxmê hemû zoriyan jî hêviya jiyanê ji xwe re ava dikirin. Êrîşên dewleta Tirk qet ji ser wan kêm nebûn û piştî ku ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê ku digotin warê me ye, wê me li ser xaka xwe bi dilgermî pêşwazî bikin. Rastî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê hatin. Lê xelkê wargehê bi hêzeke hîn mezintir li hemberî îxanet û êrişan rawestiya. Xerîbiya welatê xwe di nav dilê xwe de veşart û bi hev re mil bi mil berê xwe da jiyana nû. Tu caran dest ji avakirina jiyana nû, bi hêvî berneda.

Di meşa xwe ya dirêj de li warê 8’emîn ango wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih bûn. Mexmûr, warê hatiye jibîrkirin, warê mar û dûpişkan bû. Ji zuhabûna xaka wê bedena mirov dişewitî û jiyan li ser hatibû jibîrkirin. Wargeha Mexmûrê ji edaleta cîhanê para xwe negirtibû lê ya bi guman jî ew e ku edalet heye yan na? Ji ber ku gelê wargeha Mexmûrê heya niha rastî doz an jî nêzîkbûneke dadwer û bi edalet nehatibû. Di bin her nêzîkbûnek wan de lîstokek qirêj a polîtîk an jî kemînek bi îxanet hebû.

Ji nû ve dest bi jiyanê kirin

Piştî ku li wargeha Mexmûrê bi cih bûn, dest bi avakirina jiyanê kirin ji nû ve, beramberî hemû şert û mercên zehmet jî ji jiyanê hez dikirin û xwedî lê derdiketin. Ji tunebûnê hebûn ava kirin. Di dawiyê de tevî zorî û zehmetiyan ji xwe re wargehek ava kirin û di nava wargehê de, ji zarokên xwe re pêşerojek ronî û bi hêvî ava kirin. Ji ber wê ye çavên dewleta Tirk li ser wan bû, careke din bi her şêweyî êrîş bir ser wan.

Êrişên li ser wargehê ranewestiya

Dewleta Tirk di her firsendê de bi hovane êrîş dikir, gelek caran bi balafiran êrîş kirin û di encama wê de gelê wargeha Mexmûrê gelek şehîd dan. Lê tu carî vîna xwe radestî dijmin nekirin. Ne tenê dewleta Tirk êrîşê wargeha Mexmûrê dikir, PDK a ku gelê wargehê digot ‘birayê me ye wê xwedî li me derbikeve’ bi her awayî êrîşê wargehê kir, vê yekê jî bi rêgirî û ambargoyan xwest pêk bîne.

Dewleta Tirk tiştên ku daxwaz dikir li ser wargehê pêk bîne, xwest ku bi destên PDK’ê pêk bîne lê di encamê de bi ser neket. Niha jî dixwaze planên xwe yên qirêj bi destên hikumeta Iraqê bide pêkanîn. Hikumeta Iraqê di 20’ê meha Gulanê de xwest derdora wargeha Mexmûr bi têl, kûle û xendekan dorpêç bike û kontrola wargeha Mexmûrê bixe bin destên xwe. Li beramberî vê yekê xelkê wargeha Mexmûrê bi biryardariyek mezin li hemberî hikumeta Iraqê rawestiya û helwesta xwe bi biryar nîşan d.

Ew mirovên çiyayên azad in bi çiyayan re şiyar dibin û radizên

Di nava van 16 rojan de ez bi xwe bûm şahida berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê. Berxwedêriya wan a ku beriya 30 salan dest pê kiribû, zindî bû. Gelê wargeha Mexmûr, gelek wisa ye ku ji bo bigihîjin armanc û azadiya xwe hemû mal û milkê xwe şewitandin, li ser her bostek axa ku pê li kirine xwîn rijandin, şehîd dan lê ruxmê wê jî tu carî teslîmiyetê qebûl nekirin û qebûl jî nakin. Ne dewleta Tirk, ne PDK, ne jî hikumeta Iraqê, tu kes nikare îradeya vî gelî bişkîne. Her şehadetek biryara wan a jiyanê hêzdartir dike. Ew mirovên xwedî vîn in. Zilm û zordariya tu kesê li ser xwe qebûl nekirine, ew mirovên çiyayên azad in. Ew bi çiyayan re şiyar dibin û bi çiyayan re dikevin xewê. Di wan 16 rojên ku derbas bûn de berxwedaniya gelê wargeha Mexmûrê li ser hemu cîhanê bandor çêkir. Wargehê li hemberî artêşa Iraqê serî netewand û berxwedana xwe di asta herî bilind de raber kir.

Rola mezin a jin zarok û ciwanan bû

Di vê berxwedanê de rola herî mezin a jin, zarok û ciwanan bû. Dema mirov li wan zarokên biçûk dinêrî hêza berxwedan û jiyanê bi mirov re ava dibû. Dengê qêrîna wan lingê leşkeran direcifand, li beramberî wan makîneyên zirxî bê tirs radiwestiyan. Jinên wargeha Mexmûrê jî di nava vê berxwedanê de bi têkoşîna xwe reng dan berxwedaniyê. Li kêleka wan leşkerên bi çek û makîneyên zirxî hebûn lê wan tu caran gav paşve navêt. Carna bi tilîlî, carna bi stran, govend û dirûşmên xwe li hemberî artêşa Iraqê mîna zinarek rawestiyan.

Digotin: Rojek emê bi azadiya xwe şa bibin

Berxwedan, wek hucreyek bedena mirov di nav xwîna gelê wargehê de bi cih bûye. Ji bo wê dema ‘Berxwedan’ tê gotin destpêkê wargeha Mexmûr tê bîra mirov. Êdî ne ji 7 heta 70 salî, ji zaroka ku nû bi ser lingan ketiye heya kalê 90 salî li hemberî hikumeta Iraqê bi vîneke pir mezin rawestiya û gotin dê rojek were em ê bi azadiya xwe şa bibin, zarok û dayikên me wê bikenin. Dê li ser xaka pîroz rondikên kêfxweşiyê birijînin û şahiyên xwe bi tilîliyan bidomînin.

Di çavên wan de hêvî û hezkirina welat heye

Ji bo jiyanê mirin dan ber çavên xwe ne tişteke wisa ye ku her kes bikaribe bike, di çavên mirovên wisa de hêvî û hezkirina welat heye. Di meşa wan de hêrs û di kenê wan de birînên pêçayî ku bi navê azadî û berxwedanê qîr dikin hene. Mirovek têkoşîna xwe çendî xurt bide meşandin û bi îdia tevli jiyanê bibe dê ewqas bi pêş bikeve û bibe mirovek mezin. Wargeha Mexmûrê li ser ked û têkoşîna xwe ya bi biryar mezin bû, ji kesê re stûyê xwe netewand.