Şahidên komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an: Bila wek jenosîd bê nasîn
Şahidên Fermana 73’an ku di 14’ê Tebaxa sala 2007’an de çêbû û bi sedan kes hatin qetilkirin, xwestin êrîşên ku li Tilazer û Sîba hatine kirin wek jenosîd bên nasîn û berpirsên vê jenosîdê bên darizandin.

CÎHAN ZEMO
Şengal – Meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî mehek pir bi êş e. Her du fermanên dawî ku li ser civaka Êzidî hatin rakirin, di vê mehê de pêk hatine. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de 5 wesayîtên bombe barkirî li bajarokên Tilezêr û Sîba Şêx Xidir hatin teqandin. Di encama van teqînan de 700 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. 18 sal di ser teqînê re derbas bû, lê hê jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn.
Civaka Êzidî vê êrîşê wekî Fermana 73’an bi nav dike. Ji ber şert û mercên demê hîn jî encamên vê fermanê ji aliyê raya giştî ve baş nayên zanîn. Di salvegera fermana 73’an de şahidên fermanê îsal jî qurbaniyên fermanê bibîr tinin û dixwazin kiryarên van êrîşan bên zelalkirin û hesab ji wan bê pirsîn.
Du zarokên wê di bin kavilên xanî de xeniqîn
Baran Berkat dema Fermana 73’an bi malbata xwe re li Tilazêr rûdinê, dibe şahida komkujiyê. Baran wiha bahsa wê rojê dike: “Çawa ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo me rojek reş e, ev roj jî ji bo me wisa rojek reş e. Wê rojê wekî hemû rojan em di mala xwe de rûniştibûn. Êvarkî hema me dît di carekê de xanî bi ser me de hat û em di bin kavilan de man. Ên ku xwe ji bin kavilan xelas kirin hewl didan ku kesên di bin kavilan de mane xelas bikin. Dema ez di bin kavilan de bûm, milet di ser min diçûn û dihatin, min digot qey ezê bimrim. Hevjînê min, ez ji bin kavilan derxistim. Birayê hevjînê min, tevî ku kurê wî şehîd bûbû, hatibû alikariya me dikir. Du zarokên min di bin kavilên xanî de man û jiyana xwe ji dest dan. Piştî ez xelas bûm li zarokên xwe geriyam. Min pêşî cenazeyê keça xwe dît, du kurên min jî di bin axê de mabûn. Min yek derxist lê min nikaribû yê din derxim û ji bo wî jî xelas bikim çûm ku alîkarî bixwazim. Heta ez hatim kurê min fetisîbû.”
‘Em hê jî bi tirs dijîn’
Baran Berkat wê rojê wekî mahşerê bi nav dike û wiha behs dike: “Li her derê cenaze hebûn. Miletê cenazeyên xwe dibirin li gorên bi wîncê dihat kolandin vedişartin. Li nexweşxaneyên Şengalê û Tilaferê ji ber birîndar û şehîdan cî nemabû. Jixwe dema em çûn Tilaferê ji me re gotin derdora nexweşxanê girtine ewê we bikujin. Li wir xwestin em navên xwe bidin wan da ku me bişînin derveyî welat, lê min qebûl nekir.”
Baran da zanîn ku wê çaxê gotine hejmara şehîdan 400 kes e û xemgîniya dilê wê yê birîndar, ev gotin anîn ser zimanê wê: “Ji malbata min 4 kes şehîd ketin. Keça min 14 salî, kurê min jî 6 salî bû. Di teqînê de di bin kavilên xanî de man û şehîd ketin. Ev 18 sal di ser fermanê re derbas bûye lê hîn jî hikûmeta Iraqê keç û kurê min wekî şehîdên fermanê nehesibandiye. Baweriya me bi tu dewletê nemaye. Em heta niha jî di malên xwe de ditirsin ku carek din tiştek wisa çêbibe. Em dixwazin hikûmeta Iraqê me weke Iraqiyan hesab bike û mafê me nas bikin. Ev der cih û warê me ye, lê em di vê dewletê de xwe bi ewle hîs nakin. Em nizanin kengî wê dîsa xiyanetê li me bikin. Berî fermanê em ji kar û barê xwe razî bûn lê belê ferman anîn serê me û em ji her tiştî bê par hiştin.”
‘Perçeyên mirovan li her derê belav bûbûn’
Sevê Xwedêda yek ji wan dayîkan e ku şahidiya Fermana 73’an kiriye û di vê fermanê de gelek kes ji malbatê wê şehîd ketine. Dayîka Sevê dibêje berî êrîşê hin gotegot hebûne gotine dê êrîşek çêbibe lê hêza wan a ku pêşî li vê êrîşê bigre tune bûye û wiha behsa wê rojê dike: “Wê rojê berî teqînê min wesayîtên bombebarkirî ji dûr ve dîtin û min gumana xwe ji malbatê re got. Jixwe piştî demekê teqîn çêbû û bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ji malbata min gelek kesan bi tevî zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan. Malek ji me tevî 5 zarokên xwe hemû şehîd ketin. Ên ku çûn ger bi girî biziviriyana, ez ê li ber deriyê wan bigiriyama heyanî ew zivirîbûna. Mîna bagelîşkan perçeyên mirovan belav dibûn, mîna agir ji her derê perçeyên wan bilind dibûn.”
‘Dewleta Iraqê bi xwe xayîntî bi me kir’
Sevê da zanîn ku wê çaxê dewletê gelek şehîd û birîndar birine lê hîn jî di derheqê wan de tu tiştî nizanin. Sevê hêvî û daxwazên wan bi van gotinan anî ziman: “Xwedê heyfa me ji tu kesî re nehêle. Me tu başiyek ji tu dewletan nedît. Dewletê bi xwe xayintî li me kir, heta niha jî tu mafên me nas nekiriye. Wê çaxê tu kesî ji bo me tu tiştekî nekir. Daxwaziya me tenê aramî û bi hev re jiyanek aram e, wekî din em tu tiştekî ji tu dewletê naxwazin.”