Şahidên Fermana 73’an: Hê jî aqûbeta gelek kesan ne diyar e

Malbatên kesên ku di komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku hê jî aqûbet gelek kesên ku birîndar biribûn nexweşxaneyê, nayê zanîn û gotin ku heta roja îro jî Iraq mafê wan nedaye.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Di 14’ê Tebaxa 2007’an de 4 kamyonên bombebarkirî derbasî gundên Sîba Şêx Xidir û Tilezêrê yên di bin serwerî û parastina pêşmergeyên PDK’ê de bûn û xwe di nav cihê herî qelebaxi de teqandin. Di vê teqînê de derdora 700 kesan jiyana xwe dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Gelek xanî hilweşiyan; gelek kes an di bin wan xaniyan de jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn. Lê belê gelek kesên ku birîndar bûbûn û rakirin nexweşxaneyê careke din venegeriyan malên xwe û hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Her wiha hikûmeta Iraqê hem wê rojê hem jî niha derbarê komkujiyê de tu agahiyan neda û hê jî nade. Ji aliyê din ve têkildarî bûyer û berpirsyaran jî tu lêkolîn nehat destpêkirin û hesab ji kesên berpirsyar nehat pirsîn.

17 sal li ser komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir derbas bû û hê jî malbat benda vegera xizmên xwe ne ku bi tu awayî aqûbeta wan nizanin.

Têkildarî komkujiyê malbatên ku xizmên xwe winda kirine ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku hîn aqûbeta kesên birîndar birine nexweşxaneyê û careke din bi wan ve venegeriyan ne, diyar nîn e.

Şahida komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, Delal Tilezêr bi van hevokan behsa wê rojê kir: “Di komkujiyê de gelek xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Dayik û jinbira min di bin xanî de man û jiyana xwe ji dest dan. Heta roja îro tu kes hesab ji berpirsyaran nepirsiye û mafên me nedane. Mala hemûyan xira bû, çend malbatên cîranên me hebûn tu kesek ji mala wan xilas nebû, xaniyên wan bi ser wan de hat xwarê û hemû kesên hundir jiyana xwe ji dest dan. Mala Bişarê Xelef kesek ji wan nema hemû mirin. Mala Sebriyê Xelef tenê xortek ji mala wan ma. Ji aliyê din ve aqûbeta hîn kesên ku birîndar bûbûn û bi teyarê rakiribûn nexweşxaneyê, ne diyar e.”

‘Zarokên min tî û birçî di bin axê de man’

Yek jê şahida komkujiya Tilezêr û Sîba Baran Berekat Xelef e ku di komkujiyê de zarokên xwe winda kiriye.

Baran Berekat Xelef diyar kir ku ew tu carî komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir ji bîr nake û ev tişt anî ziman: “Wê rojê ji ber kar û bar em gelek westiya bûn û min got ez nikarim tiştên me yên nivistinê bibim ser xanî. Min şîva zarokên xwe danî ser agir. Roja komkujiyê zarokên min tî û birçî bin axê de man û jiyana xwe ji dest dan. Heta dinya hebe ez ji bîr nakim. Heta îro jî Iraq mafê me nedaye. Ji aliyê din ve di teqînê de tenê serê min di bin axê de xuya dikir, min li derdora xwe nêrî her der hilweşiya bû, dengê teyare û fîşekan dihatin, min got nexwe dê teyare wê li me bide û me bikuje. Ji hêla din ve xelk di ser min de diçû, min kir hawar lê kes bi hawara kesek ve nediçû.

Min dît Mirad û Reşo hatin ji min re gotin ka rabe min got ez nikarim bi pora min girtin serê min ji nav axê derxistin, bi milê min girtin û ez derxistim. Çawa ez derketim ez bazdam, li zarokên xwe digeriyam. Li dor xaniyê çûm hatim, ji min re gotin neçe dê piyê te bikeve ser têlên amûda karebê, te bikuje. Min jî got piştî keça min Leyla bila ez jî bimirim. Ez hatim keça min miribû li erdê bû, min kurê xwe yê biçûk da pişta xwe û derketim. Em çûn bi mala tiyê min ve ka çi ji wan hatiye. Min got ger mala bavê min mabe wê bêhna min hinekî fireh bibe û ger tiştek bi wan jî hatibe ez ê bimirim.”

‘Tu tişt nema’

Baran Berekat Xelef da zanîn ku roja teqînê her kes xwe difirkirî kes kesî ne dipirsiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne av ne xwarin tu tişt nemabû. Ger teqîn bi roj çêbûna dê gelek bi saxî ji bin malan hatiban derxistin. Yek ji gundê Ezêr hat mala bavê min û got çima hûn deriyê dikana xwe venakin da ku hûn benzîn bidin. Me jî jê re got werin li me binêrin ka çi bi serê me hatiye. Birayê min saet 8 bû hat keça min li pişta xwe kir û bir. Mala bavê min zarokê min li ba xwe şûştin û gor kirin, me zarokên xwe jî nedîtin. Piştre em çûn nexwşxaneya Şengalê ji wir jî em çûn Tilaferê. Doxtorên bi me re hatin wir, ji me re gotin ji nexweşxaneyê dernekevin ji ber ku çete li dora nexweşxaneyê hene wê we bikujin. Yek ji gundê Ezêr bi me re hatibû got ku di teqînê de piranî ji wan jiyana xwe ji dest dane, piranî bedenan parçe parçe bibûn.”