Şahidê ku lê hatî guhdarkirin: Min beyanên ku nedît îmze kir

Huseyîn Durudenîz ê di doza ku rojnameger tên darizandin de weke şahid axivî anî ziman ku ew rojnamegeran nas nake û derbarê îfadeyên xwe yên nakok de got, “Polîsek dinivisand. Paşê wan kir dosya û ji min re anî. Min wisa îmze kir.”

Navenda Nûçeyan- Der barê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û Zemo Aggoz, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ku demekê li bûroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî, bi îdeya ‘Endatiya rêxistinê’ dozê lê hatibûn vekirin, li Eqerê piştî ku 7 mehan di girtîgehê de man û di 16’ê Gulanê de hatin berdan berdewam dike.

Sêyemîn danişîna doza rojnamegeran ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim û Hakan Yalçin tevî parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Cîgirê Hevserokê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Berpirsyar Ozturk Turkdogan, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û nûnerên Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Basin-Îş’ê jî danişîn şopand.

Şahîdê vekirî hate guhdarkirin               

Şahidê eşkere Huseyîn Durudenîz cara ewil li Girtîgeha Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Şahidê eşkere got ku ew nizane bê ka têkiliyeke nûçegihanên MA û JINNEWS’ê bi “rêxistinê” re heye yan na. Şahid, got rojnamegerên tên darizandin nas nake, kesên tev li rêxistinê dibin navên wên yên ‘kod’ hene lewma navên rast ên rojnamegeran nizane. Huseyîn Durudenîz wiha got: “Ev rojnameger bi pereyan dixebitin. Lê di rêxistinê de dilxwazî esas e.”

Beyanên ku nedîtî îmza kir

Di vê navberê de serokê dadgehê di çarçoveya dozê de wêneyên rojnamegeran nîşan da û xwest Huseyîn Durudeniz wan teşhîs bike. Parêzer Ozgur Erol li dijî vê yekê îtîraz kir û got: “Heke bersûc beriya niha teşhîs nekiribe, divê mijara teşhîsê rast were kirin. Li ser wêneyekî teşhîs nayê kirin.” Serokê dadgehê dest ji teşhîskirina li ser wêne berda û got: “Di bin îfadeyê we de îmzeya we heye. Çima nakokiyeke wiha derket holê?” Huseyîn Durudenîz wiha bersîv da: “Dema min li emniyetê îfade dida, wêne nîşanî min didan. Di wê navberê de kesekî li emniyetê jî dinivîsand. Îxtîmala ku wê nivîsê bibînim tune ye. Piştre kirin dosya, ji min re anîn û min jî wisa îmze kir.”

Danaşîn hate taloqkirin

Parêzer Şevîn Kaya, wênekeş û komputerên ku di serdegirtinên malan ên di 25’ê Cotmeha 2022’yan de hatin desteserkirin û hêj nehatine dayîn bi bîr xist û xwest ku ji bo dayîna van amûran biryara navberê were dayîn. Dadgehê biryar da ku materyalên dijîtal ên rojnamegeran li gel hukmê were bên dayîn, ji bo Huseyîn Durudenîz teşhîsa rojnamegeran bike ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê re nivîs were nivîsandin û danişîn taloqî 18’ê Çileya 2024’an hate kirin.