Şahida salên 90’î: Rêbaz guherî, lê îşkence neguherî
Canê Atak ku di salên 90’î de 6 rojan bi zarokên xwe re îşkence lê hat kirin got: “Ez wan rojan tu carî ji bîr nakim. Rêbaza îşkenceyê hatiye guhertin, lê îşkence nehatiye guhertin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg - Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, li herêmê di nava 6 mehan de herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan pêk hatine. Gelek ji van binpêkirinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kirin, binpêkirinên giran ên mafên mirovan û îşkenceyên vê dawiyê salên 90’î derbas kir. Canê Atak ku di salên 90’î de bi 3 zarokên xwe re 6 rojan rastî îşkenceya giran hat, bûyer bi gotina, “Tiştek neguherî” kurt kir û diyar kir ku yekane daxwaza wan aşitî ye.
Canê Atak a 58 salî li navçeya Gever a Colemêrgê dijî. Piştî ku di sala 1994’an de gundê Êlê hate şewitandin, li gundê Zêrêl bi xizmên xwe re bi cih bû û li vir bi zarokên xwe re dest bi jiyanê kir. Malbata ku piştî gundê wan hate şewitandin li gundê ku lê bi cih bûne jî rastî zexta dewletê hat, bi gotina “Hûn xwarinê didin gêrîla, hûn alîkariyê didin wan” bênavber avêtin ser mala wan. Herî dawî di salên 90’î de Canê Atak, ku bi 2 keç û kurekî xwe re li ser îxbarekê hat binçavkirin, 6 rojan rastî îşkenceyên cuda cuda hat.
‘Hefteyek hat îşkencekirin’
Endamên malbatê ku di bin navê ‘hevkariyê’ de sîxurtî li ser hatin ferzkirin, pêşî li gund û piştre jî li navenda Geverê rastî îşkenceya sîstematîk hatin. Canê Atak, bûyera qewimî bi gotina “Min ew roj ji bîr nekir, heqê xwe helal nakim” vegot û wiha got: “Piştî ku me birin, îşkenceyên pir giran li keça min û kurê min kirin. Keça min ji ber îşkenceya elektrîkê ya ku lê hatiye kirin hîna bi tevahî baş nebûye. Dîsa elektirîkê dan hemu laşê kurê min. Tevî ku ti sûcek me nebû jî em rastî vê yekê hatin. Bi rojan me bernedan. Ji me re digotin ‘nav bidin’. Dema ku me ev rewş qebûl nekir, di dawiyê de em hatin berdan. Di wan rojan de îşkence û heqaretek nema ku wan nekirin.”
‘Rojê du caran di avêtin ser mala me’
Canê Atak, anî ziman ku piştî berdana wê jî heman zext li gund dewam kirin û got: “Li gund rojê du caran di avêtin ser mala me. Zarokên min derxistin derve û bi saetan li derve dihêlan. Derdora gundê me dihat bombekirin. Ji bo tirsandina mirovan çi ji destê wan dihat dikirin. Piştî derketina gundê me yê şewitî, li gundê din jî ev rewş berdewam kir. Em bi salan rastî van zextan hatin, lê em neçûn cihekî din. Ya ku wan dixwest ew bû ku hemû gund vala bikin, lê min nikarîbû axa xwe biterikînim. Niha ez nikarim biçim gundê xwe yê ku ewil şewitî. Ji ber ku destûra rûniştinê nedane, ez nikarim biçim baxçeyê xwe û ne jî erdê xwe biçinim. Carnan em erebeyekê kirê dikin û bi saetan rê diçin, lê ji ketina gund me vedigerînin. Dibêjin ‘ne ewle ye’ û nagirin gund. Em vedigerin bêyî ku baxçe û fêkiyên xwe kom bikin.”
‘Di 30 salan de tiştek neguherî’
Canê Atak bal kişand ser wê yekê ku tevî nêzî 30 sal derbas bûne jî li welat heman polîtîkayên zilmê li ser gelê Kurd tê meşandin û got: “Berê îşkence dikirin, niha hem îşkenceyê dikin, hem jî cezayên giran didin. Tenê bi yek îxbarê mirov bi salan ceza dikin. Min hê jî wan rojan ji bîr nekiriye û ez ê qet ji bîr nekim. Tiştên ku di wan rojan de qewimî, bi salan e xwe dubare dike. Tişta ku em wek gel dixwazin aştî û azadî ye. Gotin herin, em neçûn, em hîna li gundê xwe ne. Niha jî be em cardin naçin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em dixwazin tu kes êş nekişîne û rastî îşkenceyê neyê. Bi salane tişta ku em dixwazin ev e.”