Fehîma Yaqûb a qala komkujiyê kir: Bi êrişên dewleta Tirk komkujî didome

Malbata Fehîma Yaqûb a 85 salî ya Xerzî şahidiyê ji komkujiya Seyfo ya sala 1914’an de kiriye. Tevî temenê xwe yê mezin çîrokên bi êş ên di bîra wê de ne, tîne ziman û dibêje ku heta roja îro komkujî didome.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Komkujiyên Seyfo an jî jenosîda Asûrî/Suryaniyan, tê wateya operasyonên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên Împaratoriya Osmanî ve, bi alîkariya komên çekdar ên nîv-regular, li dijî Asûrî, Suryanî, sivîlên Xiristiyan ên Keldanî, Ortodoksên Suryan, Dêra Rojhilat, Dêra Katolîk a Keldanî pêk hatin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî vê li herêmên rojhilat ên Împaratoriya Osmanî û herêmên Faris (Împaratoriya Qacar) komkujî li dijî gel û baweriyan çêbûn. Ev operasyonên ku bi destên hêzên Osmanî û hin eşîrên Kurdan pêk hatin, bûn sedema qeetilkirina bi sed hezaran Asûrî/Suryanî/Keldanî û yên din jî ji warên xwe yên resen li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê û bakurê rojavaya Îranê hatin koçberkirin, sirgûnkirin.

Di komkujiyan de gelek rêbaz hebûn, di serî de sirgûnkirina bi darê zorê, komkujî, ferzkirina misilmaniya bi darê zorê, destavêtin û qirkirin. Ev komkujiyên ku di navbera salên 1914-1920’an de pêk hatin, bi çend navên herêmî hatin binavkirin. Belkî ya herî girîng “Seyfo” ye ku peyveke rojavayî ya Suryanî ye tê wateya “şûr”.

‘Bi sed hezaran çîrokên nîvco’

Fehîma Yaqûb a 85 salî bi eslê xwe Xerzî ye, piştî fermanê malbata wê li gundewarên bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi cih bûye. Di sala 1944’an de berê xwe dan Sûriyeyê û ji wê demê ve heta niha li Sûriyeyê bi cih bûn.

Tevî temenê mezin ê Fehîmayê û nexweşiyên wê yên pir, wê ji bîr nekiriye û her dem çîrokên wê demê tîne ziman û wiha dest pê dike: “Me zilim nekiriye, dewleta Osmanî zilim dikir bi şûran, beg û axeyên bi wan ve girêdayî karê wan dizî, kuştin û talan bû. Gelek gundên malbata dayika min hebûn, hemû Xerzî bûn. Çawa ku fermanê dest pê kir, Tirkan xeber da beg û axeyan ku her yek ji wan Xirîstiyanan bikujin û jin, mal û milkên wan tev ji xwe re bibin. Li her gundê mêran dikuştin bi awayên cuda, jin û zarokan jî ji xwe re dibirin. Jinên ku ne li gorî kêfa wan bûna, wan di çalikan de wer dikirin.”

‘Keziyên bi zêr ji qurm ve hilkişandin’

Fehîma Yaqûb da zanîn ku xaltîka wê ku yek ji şahidên komkujiyê bû, her dem behs dikir loma ew bûyerên fermanê dizane. Fehîma çîroka xaltîka xwe wiha parve kir: “Dema ku ferman qewimî, dayika min 7 salî bû. Xaltîka min Cemala Binyamîn jî di nava fermanê de bû, her dem êş kişandibû. Heta ku wê jiyana xwe ji dest da, her çîrok û bûyerê bi min re parve dikir, hemû çîrok bi hûrguliyên wan di mejiyê min de mane. Di fermanê de, xwestin xaltîka min bi darê zorê ji xwe re bibin, xaltîka min jî ev yek qebûl nekir. Dema ku li hemberî wan serî hilda, du xulaman keziyên wê yên bi têlên zêr hûnandî ji qurm hilkirin û çavekî wê kor bû.”

‘Heta roja îro jî komkujî didomin’

Fehîme Yaqûb destnîşan dike ku dewleta Tirk heta roja îro komkujiyan berdewam dike li ser gelan û wiha pê de çû: “Çola Mêrgê ya bav û kalên me bû, di encama komkujî û operasyonan de hemû ji xelkên wê yên resen hat standin. Împaratoriya Osmanî gelek ferman bi serê Xirîstiyanan û bi taybetî Ermenan de anî, ji ber vê yekê jî Ermen bûn fedayî da ku tola xwe hilînin, her dem li ber xwe dan û Tirk nikaribûn wan ji kokê ve tune bikin.”

Fehîma Yaqûb çend kilamên fedayiyên Ermenan bi bîr dixe, dibêje dema ku ew diçûn ji bo tolhildanê wiha digotin:

“Vaye em hatin

Em fedayî ne

Em qewetlî ne

Sîlahê li ber singa me Mûsilî ne

Tifingên me Almanî ne

Xencerên me Xerzanî ne.”

‘Bi hev re, bi hezkirin û edalet bijîn’

Fehîma Yaqûb diyar dike ku rewş her dem bi nakokî û gumana şer û pevçûnan e, daxwaza rawestandina şer û komkujiyan dike û wiha bi dawî kir: “Zilma ku Împratoriya Osmanî kir û dike jî heta niha zilmeke ku weke wê tune ye di dîrokê de. Çima mirov hev dikujin, çima her dem şer û pevçûn hene? Divê ku em hemû her yek bi ol, mezheb, bîr û baweriyên xwe bi hev re wekhev û bi edalet bijîn. Zilm û zordarî tişteke şaş  e û bê encam e. Em naxwazin careke din komkujî dubare bibin.”