Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs jiyana xwe ji dest da
Gulîzar Halîs a ku şahida Komkujiya Dêrsimê ye û di dema komkujiyê de hat sirgûnkirin, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Gulîzar Halîs a şahida Komkujiya Dêrsimê ye û di wê pêvajoyê de hatiye sirgûnkirin, jiyana xwe ji dest da.
Gulîzar Halîs ku wek Gulîzara Hesen Axa tê nasîn li gundê Pakîre yê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve demek dirêj bû bi alîkariya zarokên xwe dihat tedawîkirin. Gulîzar Halîs a ku dayika parlamenterê Dêrsimê yê berê Şerafettîn Halîs û nivîskar Umur Hozatli ye dê cenazeyê li gundê Pakîre bê veşartin.
Gulîzar a ku ji komkujiyê difilite dema hê 6 salî ye bi malbata xwe re sirgûnî gundê Maciran ê bi ser navçeya Sandikliya Afyonê dibe. Bavê wê Hesenê Heyder Axa dema ku xwe li gundê Axwêran vedişêre ji aliyê leşkeran ve tê kuştin. Piştre lawê wê Heyder Axa jî li Girtîgeha Xozatê didin ber guleyan û tê qetilkirin.
Gûlizar Halîd a 9 salan li Sandikliyê li sirgûnê dimîne û paşê vedigere gundê Pakîre yê Xozata Dêrsimê û êdî qet gundê xwe naterikîne