Îsraîlê yek jê zarok 2 Filistînî qetil kir

Hêzên Îsraîlê di êrîşa li ser Kampa Akbet Cebrê ya li Şerîeya Rojava ya dagirkirî de 2 Filistînî ku di nav wan da zarokek jî hebûn qetil kir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê êrîşî kampa Akbet Cebrê ya li Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di serdegirtinê de 2 Filistînîyên 16 û 25 salî jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn ku navên Filistîniyên di serdegirtinê de hatine qetilkirin Muhammed Rişî Nucum û Qusay Omer El-Velcî ne, hat ragihandin ku di serdegirtinê de Filistîniyê bi navê Muhammed Nasir Ebû el-Asel jî hatiye girtin.

Wezareta Karên Derve şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Filistînê ev bûyer şermezar kir û got ku ew civîna Îsraîlê ya serkirdeyên Filistîn, Urdun û Misrê ji bo nîqaşkirina îhtîmala vejandina danûstandinên aştiyê yên ku ev nêzî deh sal in rawestandî bûn, têk bir.

Ji aliye din ve arteşa İsraile iddia kir ku wan ji bo girtina "militanen Filistini" li kampe operasyon li dar xistiye û idîa kir ku li kampê ji ber gule li wan hatiye reşandin ew bersiva vê dane.