Îsrailê gefa xwe ya tevgera bejayî berdewam dike

Serokê Îsrail Binyamîn Netanyahu cardin dubare kir ku wê li bajarê Refah ku nêzî 1,5 milyon Filistinî xwe sipartinê wê oparasyon pêkbînin û da zanîn ku wê rêyek bi ewle ji bo sivilan ava bikin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Îsrailê Binyamîn Netanyahu, gefa xwe ya tevgera bejayî li dijî bajêrê Refah ê dikeve başûrê Xezayê ku bi deh hezaran Flisitinî xwe sipartinê berdewam dike.  Binyamîn Netanyahu derket bernameya ‘This Week’ ku di kanala nûçeyan ya Emerîka ABC News de tê weşandin û bersîva pirsên pêşkêşvan Jonathan Karl da. 

Binyamin Netanyahu derbarê tevgera li dijî bajarê Refah a li aliyê başûr ê Zîvala Xezayê li sînorên Misir de wiha got: “Serketin di destê me de ye. Em ê vê bikin. Em ê tabûrên dawî yên terorîst ên Hamasê û keleha wan a dawî Refahê bi dest bixin."

Binyamîn Netanyahû got: “Dema ku me ev kir, em ê rêyek ewle ji bo gelê sivîl ava bikin ku welêt biterikînin." Binyamîn Netanyahu derbarê pirsa ku 1.4 milyon mirovên ku xwe sipartine Refah wê kude biçin, ev bersîv da û got: “Herêmên li bakûrê Refah ku me paqij kirin, li wêderê gelek qad hene. Lê belê ji bo ev were kirin em li ser planek berfireh dixebitin.”

Binyamin Netanyahu derbarê herêmên bakur yên Filistiniyan di rewşa hilweşiyayî de çawa plan dikin ku bi cih bikin hûrgulî neda û wiha got: “Ên ku dibêjin hûn bi tu awayî divê neçin Refahê, bi hêsanî dibêjin şer winda bikin. Bila Hamas li wê derê bimîne.”

Oparasyona li dijî Rafahê di ragihandina Îsrailê de cih girt

Nûçeya di televizyona dewleta Îsrailê KAN de wiha hate gotin: “Kabîneya ewlehiyê, bi armanca pêkanîna operasyona bejayî li dijî bajarê Refah, ji bo tehliyekirina zêdeyî 1 milyon Xezeyî li ser alternatîfên cûda dixebitin.” Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tel Avîv beriya remazanê amadekariya tavgera leşkerî li Refahê dike, artêşa Îsrail di operasyona li dijî bajêr de pirsgirêka ku herî mezin rastî were tahliyekirina gelê sivil e.

Wezîrê karê derve yê Elmanya: Felaketa mirovî wê çêbibe

Li aliyê din di mijara oparasyona bejayî ya li dijî Refahê de li seranserî cîhanê Îsraîl tê hişyarkirin. Wezîrê karê derve yê Elmanyayê Annalena Baerbock duh li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal di daxuyaniya ku dayî de, rewşa bajarê Refah weke nayê bawerkirin bi nav kir. Annalena Baerbock bal kişand ku 1.3 milyon mirov di qadek teng de hewl didin xwe ji pevçûnan biparêzin û got: “Êrîşkirina artêşa Îsrailê ser Refahê, wê felaketek ya mirovî bi xwere bîne.”

Annalena Baerbock xwest ku navbera mirovî bê û eşkere kir ku ji bo hevdîtinan pêkbîne wê hefteya were biçe Îsrailê.

Wezareta karê derve ya Suudî Erebistan: Divê konseya NY demildest kom bibe

Wezareta karê derve ya Suudî Erebistan bi daxuyaniyekê diyarkir ku tevgerek bejayî li dijî Refah wê rê li ber felaketek mirovî veke û got: “Îsrail hertim hiqûqa navnetewî binpê dike.” Destnîşan kir ku  ji bo pêşî li ber felaketek mirovî were girtin banga demildest kombûnê li Konseya Ewlehiya NY kir.

Wezareta Karê derve ya Misir: Sinyala ku rewşa li Xezayê hê xirabtir bibe

Wezîrê Karê derve ya Misir Samih Şukrî li gel mevkîdaşê xwe yê Bulgar Mariya Gabriel li peytexta Qahîre civînek lidarxist. Samih Şukrî da zanîn ku Îsrail li Xezayê berfirehkirina oparasyonên leşkerî wê encamên neyênî bi xwe re bîne û got: “Geşedanên li Refahê, sînyala ku wê ji rewşa li Zîvala Xezayê hê xirabtir be dide.”

Xaça Sor a Filistîn: Xebatkarên nexweşxaneyê el-Emel hatin binçavkirin

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya Xaça Sor a Filistinê dayî de hat diyarkirin ku hêzên Îsrailê li ser nexweşxaneya el- Emel ya li Xan Yûnisê ku dikeve aliyê başûrê Zîvala Xezayê girtiye û ev tişt hate gotin:

“Artêşa Îsraîlê, zêdeyî 10 saetan li ser nexweşxaneya el-Emel de girtiye di wê demê de li nexweşxaneyê lêgerîn kirine, hînek cihaz û ekipman û mobîlya îmha kirine, personelên tendirustiyê xistine lêpirsînê û derb kirine û heqerat li wan kirin e. Di heman demê de destur nehat dayîn ku xebatkarên nexweşxaneyê av vexwîn tuwaletê bikar bînin.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di heman demê de hêzên Îsrail pereû tiştên şexsê yên xebatkarên Xaça Sor, nexweş  û refakatvanan dizine, di heman de hate bibîrxistin ku li walîtiya Xan Yûnisê ji ber ev nêzî mehekê ye qutkirina têkiliyan ku tê jiyankirin dest danîne ser kompîtera ku tenê amûra têkiliyan û cîhazên têkiliyê yê bê qablo.

WHO: Divê personel û nexweş demildest werin berdan

Dîrektorê giştî yê Rêxistian Tendirûstiya Cîhanî WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê nûçeyên ku li ser nexweşxaneyê el-Emel de girtine, personelên tendirûstiyê û nexweş xistine binçavan de weke rewşek fikar bi nav kir. Tedros Adhanom Ghebreyesus bang kir ku divê demildest personelên tendirûstiyê û nexweşên li nexweşxaneya el-Emel ya li Xan Yûnisê bên berdan.