Îsraîlê êrîşî Nexweşxaneya Endonezyayê ya Xezayê kir

Hat diyarkirin ku Îsraîlê erîşê Nexweşxaneya Endonezya ya li bakurê Xezayê ku kir di encama êrîşê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Îsraîlê vê carê êrîşî Nexweşxaneya Endonezyayê kir. Wezaretê diyar kir ku di êrîşê de 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. 

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê ji ber êrîşê li nexweşxanê elektîrîk qut bûye. Hat diyarkirin ku di saziya tenduristiyê ya bi kapasîteya 140 nivînan 650 nexweş dihatin dermankirin û nêzî 150 kes jî birîndar bûn. 

Wezareta Karên Hûndirîn ya Filistînê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Îsraîlê kesên ku li Nexweşxaneya Endonezyayê ya li bakurê Zivala Xezayê derdiketin hedef girtin û di êrîşê da kuştî û birîndar hene.