Îsraîlê êriş bir ser Kampa Penaberan a Nuseyratê

Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Kampa Nûsayrat a li Xezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê berdewam dike. Îsraîlê danê sibê li dijî Kampa Penaberan a Nusayrat a Xezayê êrîşeke hewayî pêk anî. Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê di encama êrîşê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Şahidan diyar kirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Kampa Nuseyratê de 7 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên Îsraîlê jî bi tundî li esmanê bajarê Dêr El-Belahê yê li navenda Xezayê firiyan. Yekîneyên topxaneyên Îsraîlê êrîşî taxên rojavayê bajarê Refahê li başûrê Zîvala Xezayê kirin. 

Di êrîşên esmanî, bejahî û deryayî yên ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Xezayê pêk tîne de, piraniya wan jin û zarok 37 hezar û 347 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 85 hezar û 372 kes jî birîndar bûn.