Îsraîl li Xezayê avahiyek bombebaran kir

Îsraîl bi SÎHA yan êrîşî avahiyek ya bajarê Hamedê kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Naveda Nûçeyan – Hêzên Îsraîl bi balefira bê mirov û bi çek SÎHA li bajarê Hamed a girêdayî navçeya Han Yunus a girêdayî Şerîda Xezayê ya dibin dorpêçê de avahiyek bombaran kirin.

Li gora nûçeya ajansa Filistînê WEFA, di encama êrîşa SÎHA yan de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, hinek jê giran gelek kes birîndar bûn. Avahiya ku bû hedefa êrîşê bi temamî roxiya, ziyanên cidî gihan avahiyên derdor.  

Ji berdevkê artêşa Îsraîlê daxuyanî

Car din bi balafirên şer ên Îsraîl li Han Yunus êrîşî malek vala û zeviyekê kirin. Di encama êrîşê de tu birîndarek çênebû, di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê artêşa Îsraîlê ve hatî dayîn de diyarkirin ku wan êrîşî tevgera Cîhata ya Îslamê ya li Şerîda Xezayê ku di hedef wan de bû kiriye.

460’an zêdetir roket avêtin Îsraîlê

Li gora nûçeya BBC ya beşa Tirkî di 10’ê Gulanê roja Çarşemê, ji Şerîda Xezayê zêdeyî 460 roket avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê parvekir ku di 9’ê Gulanê de 40 balefirên şer li dijî Xezayê beşdarî êrîşên hewayî bûne, destnîşan kir ku di van 9 mehan de di pevçûnên ku hatin jiyan kirin de li Xeza êrîşî zêdeyî 130 hedefan hatiye kirin.

Herî kêm 24 Filistînî jiyana ji dest dan

Çavkaniyên Filistinî dan zanîn ku di nava vê heftiyê de pevçûnên ku hatî jiyankirin 3 jê fermandarên Cîhata Îslamî, herî kêm 24 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Çengê leşkerî yê Cîhata Îslamî piştrast kir ku yek jî wan serokê rêxistina yekeya roketan Ali Hasan Ebu Gali ye. 

Artêşa Îsraîl piştras kir ku Galî û herdu navên din ên endamên Cîhata Îslamê yê li Xezayê hatine hedef girtin. Di daxuyaniyê de hat îdeakirin ku li Galî di nava Cîhata Îslamê de navek giring e û di êrîşa van rojên dawî yê li beramberî Îsraîlê de ji êrîşên roketan berpirs e.