'Îsraîl guh neda peymanên navneteweyî yên parastina jin û zarokan’

Çalakvanên jin ên Felestînî diyar kirin ku Îsraîl guh nade peymanên navneteweyî yên ku jin û zarokan di şerê çekdarî de diparêze û gotin ku bêdengiya civaka navneteweyî Îsraîl teşwîq dike ku zêdetir sûcan bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Ji ber ku di van demên dawî de nêrînên Îsraîlê yên li ser Filistîniyên li Şerîeya Rojava zêde bûne, êrîşî nuqteyên kontrolê, serdegirtina malan û şewitandinê dikin. Dema gel ji ber zextan neçar ma koç bike, herî dawî zarokek keç a 15 salî hat qetilkirin. Hejmara kesên di êrîşên hewayî û bejahî yên ku ji aliyê Îsraîlê ve li bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava ya dagirkirî û Kampa Penaberan a Cenînê 2 roj in jiyana xwe ji dest dan bû 12, 120 kes jî birîndar bûn, rewşa 20 jê giran e.

'Divê doz bên vekirin' 

Çalakvana femînîst Duaa El-Baz got ku jin û zarok li Şerîeya Rojava, bi taybetî li kampên penaberan, li nuqteyên kontrolê tên lêgerînkirin, tên girtin û bi guleyên lastîk û gazên jehrîn tên hedefgirtin. Duaa El-Baz bal kişand ku binpêkirinên mafên mirovan li Şerîeya Rojava zêde dibin û wiha got: “Ji bo zaroka 15 salî Sadîl Ghassan Naghniye ku di 21’ê Hezîranê de ji aliyê sekvanên Îsraîlî ve ji serê xwe birîndar bû li Cenînê merasîmek hate lidarxistin. Cenazeyê Sadîl ji aliyê hevalên wî yên dibistanê ve li ser milan hate hilgirtin û hîn jî weke duh cihê xwe di bîranînan de girtiye. Jin û zarok di girtîgehên Îsraîlê de tên girtin û mafê wan ê jiyanê tê desteserkirin. Divê der barê berpirsyaran de tedbîrên pêwîst bên girtin û doz bên vekirin."

Duaa El-Baz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên filistînî mînaka sebirê ne û bal kişand ser vê yekê ku civaka navneteweyî divê erka parastina jin û zarokan û dabînkirina jiyaneke asayî ji wan re bigire ser milê xwe.

'Mafê jiyanê tê binpêkirin'

Ji aliyê din ve parêzer Rana Hudeyb diyar kir ku binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî jinên Filistînî du beş e û wiha dewam kir: "Ya yekem komkujiyên rasterast ên weke înfazên li nuqteyên kontrolê ye û rewşa 31 girtiyên jin ên di girtîgehên Îsraîlê de ne, binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji bo binpêkirinên nerasterast, rojane li nuqteyên kontrolê pêk tên. Nepeniya jinan tê binpêkirin, debara malbatan tên girtin, gihandina wan a ceyran û çavkaniyên xwezayî tê astengkirin, azadiya wan a çûnûhatinê tê astengkirin.”

Rana Hudeyb a ku di berdewamiya axaftina xwe de binpêkirinên ku jin li nuqteyên kontrolê tên kirin wiha got: “Li ser rê bi gotinên nefretê êrîşî mal û mirovan dikin. Hewldanên şewitandina mal û wesayîtan bi taybetî bandoreke neyînî li jin û zarokan dike. Jin û zarokên di malan de di dema êrîşên şewitandinê de bi alîkariya cîran û derdorê hatin rizgarkirin.”

'Sûcê li dijî mirovahiyê dewam dike'

Rana Hudeyb diyar kir ku li gorî rapora ku ji aliyê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin 700 binpêkirin hatine kirin û got, “Li gorî raporê di 6 mehên dawî de 176 kes ku piraniya wan jin û zarok in, hatine qetilkirin. Îsraîl guh neda peymanên navneteweyî yên ku jin û zarokan di dema şerê çekdarî de diparêzin û ji ber bêdengiya civaka navneteweyî hîn zêdetir sûcan dike. Ji ber ku saziyên mafên mirovan xwe amade dikin ku van sûcan pêşkêşî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bikin, ew jî hewce ne ku wan belge bikin.”