Îskeletê zarok ê li Îsraîlê agahiyên der barê peresana mirov de dide
Îskeletê zarokek ê li Îsraîlê hat dîtin, weke delîla melezbûna herî kevn a di navbera Neandertaller ile Homo sapiens de tê pejirandin. Îskeletê ku hatiye dîtin, nîşan dide ku di temenek ciwan de bihevrebûn çêbûye.

Navenda Nûçeyan – Bermahiyên zarokek 5 salî yê ku beriya 140 hezar sal berê jiyaye, têkildarî peresana mirov agahiyên ku mirov dihejîne dide. Di şikefta Skhul a li Çiyayê Karmel ê Îsraîlê de, fosîlê ku hat keşfkirin, hem taybetmendiyên Neandertal hem jî mirovê nûjen (Homo sapiens) di xwe de dihewîne.
Werçerxeke kûrewî
Lêkolînerên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Frasiz a Zanîngeha Tel Avîvê vê daneye weke “werçerxê” dinirxînin lewre mînaka melezbûna herî zû ya heta niha hatiye dîtin e.
Di çeneya zarok de şopên du cureyan
Qoqê serî yê fosêl bi Mîkro-BT hat lêkolînkirin giloveriya li gorî Homo sapiense nîşan dide. Çene û awayê hundirê guh taybetmendiyên Neandertal nîşan didin. Awayê mêjî damaran jî nêzî Neandertalleyan e. Vê têkeliyê, nîşan dide ku cotbûn di demek zû de çêbûye.
Tê texmînkirin ku Neandertalleyên li herêmê bi demê re bi civaka Homo sapiens re bûye yek û winda bûye. Îsleketê zarok ê li şikefta Skhul, weke delîla şênber a herî zû ya vê serdemê tê pejirandin.