Îranê 14 meh cezayê girtîgehê da çalakvana siyasî

Ajansa HRANA ragihand ku rejîma Îranê 14 meh cezayê girtîgehê daye çalakvana siyasî Zehra Rezayî.

Navenda Nûçeyan – Ajansa HRANA eşkere kir ku rejîma Îranê bi tometên ‘parvekirinên medyaya dîjîtal’ û ‘bi cilûbergên ne şer-î li ser cadeyan’ rejîma Îranê 14 meh cezayê girtîgehê daye çalakvana siyasî Zehra Rezayî.

Li gor nûçeya ajansê, çalakvana siyasî Zehra Rezayî ji aliyê Liqa 26 ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve 14 meha cezayê girtîhelê lê hatiye birîn û her wisa bi 30 milyon tumenê Îranê ceza lê hatiye birîn.

Têkildarî tometên ku dadgeh dixe ser girtiya siyasî Zehra Rezayî wiha hate gotin; “Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tometên ‘antî-propagandaya dewletê’, ‘biçûkxistina Xamneyî’, ‘bi cilûbergên ne şer-î derketina wê ya li kolanan’ û ‘tevlîhevkirina aqilê gel’ hatiye tometbarkirin. Piştî birîna ceza, doza Zehra Rezayî birina Dadgeha Temyîzê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakvana siyasî Zehra Rezayî heta sala 2018’an weke rojnamevan dixebitî, beriya du mehan ji aliyê pasdaran ve hate gazîkirin û derbarê wê de lêpirsîn hate vekirin. Piştî lêpirsîna wê temam bû bi birîna cezayê dayîna milyarek û 900 milyon tumen bi kefalet hate berdan.