Îran çawa hat ber têkçûna jîngehê?

Li Îranê agahiyên jîngehê krîzeke kûr nîşan didin ku ji hişyariyên sade wêdetir diçe û digihîje qonaxek guhertinên bêveger. Di demekê ku cîhan ber bi çareseriyên kesk ve diçe de, jîngeha Îranê bi lezeke zêde ber bi ‘têkçûna jîngehê’ ve diçe.

Navenda Nûçeyan – Îran bi yek ji krîzên jîngehê yên herî giran ên dîroka xwe ya nûjen re rû bi rû ye. Ji ber ku dehsalên rêveberiya şaş û polîtîkayên nedomdar bûn sedema zûhabûna çem û zozanan, xirabûna daristanan, berfirehbûna bahozên tozê û çalbûna erdê ya bi rêjeyên karesatbar.

Nîşaneyên hilweşîna jîngehê

Ev karesat di serdemek ku Roja Jîngehê ya Cîhanê ya her sal di 5’ê Hezîranê de tê pîrozkirin de derdikeve pêş. Nirxandinek li ser rewşa jîngehê ya li Îranê, wêneyek pir xemgîn a krîzek kûr, avahîsazî û piralî eşkere dike. Gelek pispor bawer dikin ku ev krîz ji qonaxa hişyariyê derbas bûye û niha li ser rêya guhertinek bêveger e. Zûhabûa çem û zozanan, xirabûna daristanan, Çalbûna axê, zêdebûna bahozên tozê û qirêjahiya hewayê ya kronîk tenê çend diyarde ne ji nîşaneyên hilweşîna gav bi gav a jîngeha li welêt in.

Li Îranê têkçûna ekolojîk

Gelek welat bi rêya teknolojiya nûjen, pêşxistina çavkaniyên enerjiya nûjen û bicîhanîna peymanên navneteweyî hewl didin ku pirsgirêkên jîngehê çareser bikin. Lê dîsa jî, rexnegir îdîa dikin ku ji ber dehsalan ji rêveberiya welat a şaş, polîtîkayên pêşketina nedomdar, gendeliya avahîsaziyê û bikaranîna zêde ya çavkaniyên xwezayî, Îran gihandiye ber sînorê tiştê ku dikare wekî “têkçûn a ekolojîk” were binavkirin.

Krîza jîngehê ya cîhanî dê çawa cîhanê ber bi kerasetên jîngehê ve bibe?

Îro cîhan bi krîzên jîngehê yên hemwext re rû bi rû ye. Ji germbûna gerdûnî û guherîna avhewayê bigre heya birîna daristanan, kêmbûna avê, qirêjiya hewayê û windabûna biyolojîk, ku ev tev diyardeyên krîza jîngehê ne. Pisporên jîngehê destnîşan dikin ku zêdebûna gazên serayê yên ji ber xerckirina sotemeniyên fosîl çêbûne, bûye sedema bilindbûna germahiya gerdûnî, helandina qeşaya qutbî û bilindbûna asta deryayê. Di bersiva vê krîzê de, gelek welatan Peymana Parîsê, pêşxistina enerjiya paqij, wesayîtên elektrîkê û kêmkirina girêdayîbûna bi sotemeniyên fosîl re pêşîniyê dane.

Di heman demê de, qirêjahiya plastîk bûye gefek cidî ji bo jiyana deryayî û tenduristiya mirovan û ev yek gelek welatan neçar dike ku bikaranîna plastîkên ku tenê ji bo carekê bikar bînin kêm bikin. Windabûna cûrbecûriya biyolojîk, birîna daristanan û kêmbûna avê jî krîzên ku hikûmet û rêxistinên navneteweyî ji bo çareserkirina wan dixebitin.

Ji krîza jîngehê ber bi krîza jiyanê ve

Li Îranê, krîza jîngehê ne tenê bi guherîna avhewayê ve sînordar e. Pispor bawer dikin ku tevliheviyek ji hişkesaliyê, polîtîkayên bêbandor, rêveberiya bêzanistî ya çavkaniyên xwezayî û projeyên pêşketina bajarî yên wêranker ekosîstema Îranê xistiye rewşek krîzek bêhempa.
Rexnegir bawer dikin ku gelek ji krîzên îroyîn encama dehsalan biryardayînê bêyî nirxandina jîngehê ne û ji ber pêşanîdana projeyên siyasî û aborî li ser berjewendiyên demdirêj ên li ser erdê ne.

Du daristanên Îranê ku pişikên welêt in li ber windabûnê ne

Daristanên Hîrkanî û Zagrosê ku du ekosîstemên girîng in, di salên dawî de rastî wêranbûneke zêde hatine. Daristanên Hîrkanî ku di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê de ne, ji ber qaçaxçîtiya dar, avakirina vîllayan, guhertinên bikaranîna erdê, zêdeçêrkirin û kombûna bermayiyan, di bin gefê de ne. Li rojavayê Îranê, daristanên berûyê yên li Çiyayên Zagrosê ji ber hişkesaliyê, şewatên dubare, zirardarên nebatan û hilberîna komirê, beşek mezin ji rûyê xwe yê veşartî winda kirine. Hin dane nîşan didin ku ji sedî 30 zêdetir daristanên berû yên Çiyayê Zagrosê bi giranî zerar dîtine an jî li ber windabûnê ve çûne.

Zayîna bîrên bahoza tozê

Avzêmên Îranê ku di rêkxistina avhewayê, parastina biyolojîkî û pêşîgirtina li bahoza tozê de roleke girîng dilîzin, bûne yek ji qurbaniyên herî berbiçav ên krîza jîngehê. Zeviyên şil ên wekî Kawxunî, Hawr El-Ezîm, Şadekan û Enzalî, beşek girîng ji çavkaniya ava xwe winda kirine û hin ji wan bi tevahî hişk bûne. Hişkbûna van zeviyên şil bûye sedema derketina holê ya navendên nû yên bahozên tozê, ku tenduristiya bi milyonan kesan tehdît dike. Li bajarên wek Xozistan, Sîstan û Belûcistan û Kirmaşanê, bahozên tozê bûne beşek ji jiyana rojane.

Gola Urmiyê sembola têkçûna projeyên vejînkirinê ye

Gola Urmiyê, ku rojekê ji rojan yek ji mezintirîn golên şor ên cîhanê bû, îro bûye sembola krîza rêveberiya avê ya Îranê. Tevî sozên dubarekirî yên ji bo vejînkirina wê, piraniya golê ziwa bûye û bahozên şor ên ku ji binê wê yê ziwa derdikevin, niha jiyana bi milyonan kesan li bakur rojavayê welêt tehdît dikin. Pispor bawer dikin ku bendavên pirjimar, berfirehbûna çandiniya ku av lê zêde dike û derxistina avê bi awayekî ne sîstematîk û pir zêde ji binê erdê ji hewza Urmiyê di nav sedemên sereke yên vê karesata jîngehê de ne.

Qirêjiya hewayê

Qirêjiya hewayê li Îranê êdî ne pirsgirêkek demsalî ye, pirsgirêkek kronîk e jî. Bajarên mezin ên wekî Tehran, Esfahan, Ehwaz, Arak û Gerec ji kalîteya hewayê ya nebaş dikişînin. Zivistanê, bikaranîna berfireh a sotemeniyê di santralên elektrîkê û pîşesaziyan de ji ber kêmbûna gazê mîqdarên mezin ên qirêjkeran berdide hewayê. Di havînê de, zuwabûna zozanan û zêdebûna bahozên tozê kalîteya hewayê hê xirabtir dike. Qirêjiya hewayê bi salane dibe sedema mirina bi hezaran kesan.

Çalbûna axê

Çalbûna erdê yek ji krîzên herî giran ên jîngehê li Îranê ye, ku ji ber kêmbûna zêde ya ava binê erdê çêdibe. Deştên Tehran, Esfehan, Fars, Kerman û Xorasanê rêjeyên bilind ên Çalbûnê dijîn. Li hin deveran, rûyê erdê salane ji 50 santîmetreyan zêdetir dadikeve, ku ev hejmar li gorî pîvanên cîhanî karesatek e. Pispor hişyarî didin ku eger ev rewş berdewam bike, ew dikare binesaziya girîng, xetên veguhastinê, rêyan, deverên dîrokî û deverên niştecîbûnê tehdît bike.

Rola Pesdarên Şoreşê û projeyên avakirinê yên mezin

Piraniya rexneyan li ser projeyên avakirinê yên berfireh ên ku ji hêla saziyên girêdayî hikûmetê ve, bi taybetî Pesdarên Şoreşê ve hatine kirin, tên. Rexnegir dibêjin ku gelek bendav, projeyên veguheztina avê di navbera hewzan de û pêşxistina pîşesaziyên ku av lê zêde dikin bêyî nirxandinên hawîrdorê yên berfireh, zirara bêveger dane çavkaniyên xwezayî.

Bendava Gotwand mînakek sereke ye; avakirina wê li ser axên şor şorbûna Çemê Karun zêde kiriye û çandiniyê li hin deverên parêzgeha Xozistanê wêran kiriye.

Siyaseta xweseriya têrker û kêmkirina rezervên avê

Pispor bawer dikin ku siyaseta xweseriya çandiniyê yek ji sedemên sereke yên zexta li ser çavkaniyên avê ye. Berfirehbûna rêjeya çandiniyê ya ku av lê zêde ye li herêmên hişk, kolandina bîrên kûr û derxistina zêde ya ava binê erdê beşek girîng ji rezervên stratejîk ên welêt kêm kiriye. Di heman demê de, pêşketina pîşesaziyên wekî pola, petrokîmyewî û hesin li herêmên kêmav krîz girantir kiriye û hevsengiya ekolojîk têk biriye.

Muameleya hêzên ewlehiyê ya li çalakvanên jîngehê

Ji bilî krîzên xwezayî û îdarî, çalakvanên jîngehê di salên dawî de bi zextên ewlehiyê, girtin û sînordarkirinan re rû bi rû mane. Rexnegir diyar dikin ku nêzîkatiya li ser ewlehiyê ya ji bo çalakvanên serbixwe çavdêriya giştî û şiyana rexnekirina polîtîkayên jîngehê yên wêranker kêm kiriye. Têkelbûna krîzên jîngehê yên hevdem, ji kêmbûna avê û birîna daristanan bigire heya çalbûna erdê û bahozên tozê yên ku her ku diçe zêde dibin, bûye sedem ku gelek pispor ji bo danasîna rewşa Îranê peyva “têkçûna ekolojîk” bikar bînin.

Ev pispor bawer dikin ku berdewamiya rewşa heyî dikare jiyana hin beşên welêt tehdît bike û bibe sedema koçberiya berfireh a têkildarî avhewayê, krîzên civakî û aloziyên aborî. Pispor tekez dikin ku derbaskirina vê krîzê hewceyê reformên bingehîn di polîtîkayên sereke, rêveberiya avê, modela pêşketinê, pergala çandiniyê û avahiya rêveberiyê de ye. Reformên ku rexnegir dibêjin hê jî bi cidî nehatine şopandin.