Însiyatîfa li dijî qirkirina jinan ji bo êrîşên li ser gelê Filistînê daxuyaniyek da
Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan der barê bûyerên li Xezayê de daxuyanî da û diyar kir ku erîşên li ser gelê Filîstînê li ser hemû gelên li herêmê bi heman rengî didomin û bal hat kişandin ku kirinên dewleta tirk û Israîlê wekî hev in.
Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, di 18’ê Gulanê de der barê bûyerên ku niha li Filistîn û herêmên bakur û rojhilatê Sûryeyê rû didin de daxuyaniyek ji raya giştî re da.
Di daxyaniyê de wiha hat gotin; “Mixabin em wan bûyerên ku li welatê me yê duyem Filistînê rûdidin dişopînin. Dagirkeriya Israîlê bi awayekî hovane gelê Filistînê bi taybetî jin û zarokan bombebaran dike. Em tenê dikarin vê êrîşkarî û binpêkirinên eşkere yên prensîbên bingehîn ên mafên mirovan û hemî peymanên navneteweyî binpê dike, bi tundî şermezar bikin. Ev êrîşek e û tê wateya qirkirina mirovahiyê. Li hemberî vê siyaseta bi xeter, em li rex gelê xwe yê Filistînê ne em berxwedana wan a bi cesaret silav dikin û em helwesta xwe ya redkirina her cureyê dagirkeriyê nû dikin. Em bang li hêz û rêxistinên navneteweyî yên têkildar dikin ku destwerdanê bikin da ku makîneya şer rawestînin û ji berpirsyaran hesab bixwazin.”
Tifaqa hêzên emperyalîst û faşîst li dijî van êrîşan bêdeng in
Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin û wiha domiya; "Digel bêdengiya ku tifaqa hêzên emperyalîst û faşîst li hemberî van binpêkirinên mezin ên mafên gelê Filistînê ku dixwaze li ser axa xwe be û çarenûsa diyar bike; xuyaye ku siyaseta navneteweyî û pevgirêdana berjewendiyên wê yên stratejîk, siyaseteke sîstematîkî ye ku hewl dide hemî herêmê kontrol bike.”
Kiryarên dewleta tirk wekî yên Israîlê ne
Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser siyaseta cîhanî ya ku piştgirî dide şeran û ev hat gotin: "Şerê êrîşkar ê dewleta Tirk li ser Iraqê dimeşîne, bombebarana hewayî ya dijwar li ser herêma Kurdistanê û binpêkirinên cur be cur ên li ser niştecihên herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê / Rojava ji destdirêjî, wêrankirin, kuştina sivîlan û koçberkirina wan ji gundên wan, bi armanca qirkirina gelê Kurd e, ev wekî kiryarên Israîlê ne. Ew çawa li dijî gelê Filistînê êrîş dike, dewleta tirk jî bi heman rengî, berfirehtir li ser herêma Kurdan û hemû gelan zilmê dibarîne. Em bi navê însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlehî û aramiyê, piştgiriya xwe ya mutleq ji gelê Filistînê re di berxwedana wan a domdar a li dijî dagirkeriya Îsraîl de tînin ziman. Pêwîst e ku di navbera rêxistinên jinan de li herêmê bi giştî, û bi taybetî rêxistinên jinên Filistînî de, tifaqek qayîm hebe da ku li hemberî êrîşên bi xeter ku gelên herêmê, jin û zarokên wan qetil dikin, cih û warên wan wêran dikin bisekinin. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên têkildar dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û di rawestandina vî şerî de rola xwe bilîzin.”
Însiyatîf di Çileya 2020’an de ava bû
Daxuyanî bi dirûşmên; "Bijî berxwedana gelên Filistînê û Kurd! Bijî berxwedana gel û jinên herêmê, bi dawî bû
Hêjayî gotinê ye ku însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina li ser jinan ji bo aştiyê di Çileya 2020’an de ji hêla gelek kesayet û nûnerên rêxistinên jinan ve li Rojhilata Navîn ava bû da ku tawanên ji hêla rejîm, nemaze dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên li dijî jinan tên kirin, yek bi yek qeyd bike.