Însiyatîfa ‘Amina’ bi salan e ji bo mafê jinan kar dike

Damezrînera Înisiyatîfa ‘Amina’ Heba Momtaz bal kişana tundiya di qada medya dîjîtal de li dijî jinan tê kirin û li dijÎ vê şêweyê tundiyê banga hişyariyê kir.

ASMAA FATHI

Qahîre – Jinên parêzgeha Asyut a Misirê ji ber kevneşopî û çandê gelek êşan dikêşin. Ji maf, hêvî û xeyalên xwe ên pêşerojê bêpar mane, fikra hewildana xwendinê û derketina ji malê mijareke gelek dijwar û zehmet e û li beramberî vê yekê pêwîstî bi têkoşînek heye ku ev bê mafî bi dawî bibin. 

Jin nikarin şêweya jiyana xwe hilbijêrin

Rastiya jinê di vê parêzgehê de bi nakok e, daxwaza jinan ew e ku li hawîrdoreke bi ewle bijîn, ew binpêkirinên ku rastî tên bi dawî bibe. Jin ne dikarin mafê xwe ya mîrasê bixwazin ne jî şêweya jiyana xwe hilbijêrin.

Di nakokiyek bi exlaq û urfên civakî re bedena jinê weke milkê mêr tê ditîn, jin bi zorê tên zewicandin û di malan de tên sînordar kirin, rastî tundî û qetilkirinan tên. Lewra jin bi xwe di lêgerîna şikandina van qalib û dorpêça civakî de ne. Ajansa me di vê mijarê de li parêzgeha Asyut bi damezrînera înisiyatîfa `Amina’ Heba Momtaz re hevdîtinek pêk anî.

‘Em li dijî hemû binpêkirinên li ser jinan kar dikin’

*Rewşa jinan bi giştî dijwar e, gelo li parezgeha Asyut zehmetiyên ku jin dijîn çi ne? Di vê parêzgehê de di siya nebûna înisiyatîfên jinan de çawa we karî xwe bigihêjin hejmarek mezin a jinan?

Em li Sayîdê Misirê komek jinên ciwan hewil didin mafên jinan bidestbixin û ji wan kevneşopiyên ji jinan re dibe asteng ji holê rakin daku hêviyên xwe di jiyanê de pêkbînin û bi ser kevin. Em li ser komek mijar û binpêkirinên rastî jinan ên wek sinetkirina keçan, tundûtujiya dijî jinan bi taybet ya malbatî û dîjîtal ku vê dema dawî gelekî belavbûye, destdirêjî, tecawiz û nebûna mafê jinê di mîrasê de kar dikin. Ofîseke me piştgiriya zagonî heye ku alîkariya jinan di şêwirên pêwîst de dike. Bi taybet di dozên rewşên kesane û tundûtujiyê û alîkarî bi hemû şêweyan jê re pêşkêş dikin û yên pêwîstiyên wan bi piştgiriya derûnî heye em dişînin sazî û însyatîfên peywendîdar. Li Asyutê ji ber ku civak jinan weke hebûneke serbixwe nabîne, kêm dibîne û tenê ji bo xwedî kirina mal malbatê dibîne, herî zêde kevneşopî, urf û adet li pêşiya jinan astengiyên herî mezinin.

‘Jin di qada xebatê de jî rastî binpêkirina mafan tên’

Jinên derdikevin û kar dikin jî tevî ku piraniya wan jinên hevjînê xwe winda kirin û hevberdayîne kes nîne mesrefa wan bide, bi bihaneya ku kesekî din heye mesrefa wê dide mûçeyên jinên ji yê mêr kêmtir e. Lê civak wek berpirsên malbatan mûçeyên zêde mafê mêran dibîne.

Her wiha jina Sayîdê Misirê mafê wê di mîrasê de nîne û rastî destdirêjiya elektronî tê û nikare gilî bike ku ew wek lekeyek reş bi wê jinê re dimîne. Lewra ew jin beramberî hemû zextan û van binpêkirinan bêdeng dimîne.

‘Civaka sivîl ji bo pêşxistina jinên Asyur kar dike’

Beşek mezin a civaka sivîl û jinan bi taybet girîngî didin dozên jinan, gelo heta çi astê guhertin pêkanîne?

Civaka sivîl ji bo rewşa jinên Asyut pêşbixin bi hevkariya gelek desteyên navdewletî kar dikin, her wiha ji bo guhertinan pêkbînin bi taybetî li ser zagonên rewşên kesan, zagona tundûtujiyê û zagona xwedîkirinê jî kar dikin.

Însiyatîfa Amina yekem maseya gilover e ku li parêzgeha Asyut û bi amadebûna aliyên peywendîdar, pispor û hejmarek kesên aktîf di civaka sivîl û aliyên mafên jinan û zarokan de kom bibin ji bo zagonan û guhertinan nîqaş bikin.

‘Jin dixwazin tundî û zewaca bi zorê bidawî bibe’

Gelek kêmaniyên jinan hene, bi hêviya azadiya wan ya dûr di destê urf û adetên civakê de ye, ji bo bikarbin derkevin û bixwînin dixwazin diyardeya destdirêjiyê bidawî bibe. Li gel têkbirina diyardeya destdirêjiya elektronî û hawîrdorên kar ên bi ewle peyda bibin ji bo malbat rê bidin wan jinan ji mal derkevin û kar bikin. Ji ber ku ew dixwazin bibin xwedî biryarên xwe yên taybet, daxwazek din ya wan jî ew e ku wasyeta darayî li ser wan nemîne. Xeyalên wan yên herî mezin ew e ku jin di nava male de neçarî tundiyê nebin, xwe nekujin û zewaca bi zorê bidawî bibe.

‘Rewşa gundê Nijûi gelek dijwar e’

Mixabin rewşa gundê Nijûi gelek dijwar e, di dema hemleya me de em rastî jinek ciwan hatin ku bi kaxezên xwe îsbat dikir ku gelek pirsgirêkên wê ên bedenî hene. Piştî sala zewaca wê xilas bû, hevjinê wê derve berneda jinek din anî mal û ew jina ciwan bi zarokekî re li gel malbata wê hişt û ne meserefa wan û ne jî dermanê wan dabin kir. Rêgehên dadgehan jî dijwarin û gelek salan pêwîst dike ku ev zewaca tenê li ser kaxezan bidawî bibe.

Bûyerek din a ku di hişê min de maye jî heye. Ev bûyer der barê jinek ciwan e ku li ser navê vê vîdyoyek nebaş li ser înternetê belavkirine û di encamê de bavê wê li dijî vê tundî bikaraniye û di hundirê mal de girêdaye. Ger mirovekî ji bavê wê re îsbat nekiriba ku ev vîdyoya ne raste, dê niha rewşa vê jina ciwan gelek xirabtir bibûya û ji ber tundiya bav ev jina ciwan niha nikare biaxive.

‘Însiyatîfa ‘Amina’ bi salan e ji bo mafê jinan kar dike’

*Binpêkirinên dijî jinan bê dawî ne, li gorî we çareseriyên ku jinan ji ev rewşa zextdar xilas bikin çi ne?

Gelek çare hene, yek ji wan însyatîfa `Amina` ku gelek salin bi armanca şikandina vê rastiyê û guhertina vê li ser van rewşan kar dike. Em li hemû gundên parêzgeha Asyut di pêngava 16 rojan de digerîn û em ji bo têkoşîna dijî tundûtujiya dijî jinan fîlmên hişyariyê nîşan didin û semînerên axaftinan ku jinan pejirand û têde aktîf bûn pêşkeş dikin. Bi rastî jî ew bi bandor bû û ji bo gelek têgehên şaş çareseriyek bû.

Huner bi hemû cureyên xwe heta astek mezin bandorê li jinan dike ku dikarin tiştê di hundirê xwe de veşartî bi riya nexşan, xêzan, dîmenên lîstokan derxînin pêş. Şanoya aktîf rolek xwe ya mezin di guhertinê de heye, însyatîf dema bê bi beşdariya hemû endamên malbatê dê bikarbîne.

Herwiha hebûna di warê ewleya hevpar de dihelê ku jin krîzên xwe derbas bikin, her wiha hişyarkirina jinên ciwan bi mafên xwe bi amadebûna dayîka gelekî bi bandor bû. Bi taybet dapîr ku ew xwedî gotina dawî û bilind in.