Înisiyatîfa Jinan: Koçberên Efrînê rastî êriş û ambargoyê tên
Înisiyatîfa Jinan a Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan, bi boneya Roja Cîhanî ya Koçberan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku koçberên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûne rastî êriş û ambargoyê tên.

Şehba - Înisiyatîfa Jinan a Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan, bi boneya Roja Cîhanî ya Koçberan li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endamên Kongra Star a Şehbayê û jinên wargehê jî amde bûn. Daxuyaniya ku tê de bal li ser rewşa jinên koçber hat kişandin, ji aliyê Endama Koordinisyona Kongra Star a herêma Efrînê Hêvî Silêman ve hat dayîn.
Hêvî Silêman bal kişand rewşa koçberan ku ji ber şer û pevçûnan tê jiyîn û wiha vegot: "Di sala 2020'an de zêdetirî 281 milyon koçber di nav dewletan de belav bûn. Ruxmî sedemên ku dihêle mirov koçber bibe jî kesên koçber di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Di heman demê de di warê tendûristî de jî gelek astengiyan dijîn. Ji ber kêmbûn pêdîviyên jiyanî rojane miletê koçber di rewşek zehmet de dijîn û bi hezaran rojane kes koçber dibin. Hêzên hegomanîk plan kirine ku gelê resen ên şaristaniya demokratîk bi darê zorê ji cih û, warên wan koçber bikin. Banga me ji her mirovekî ku ji bo ewlehî û aşîtiyê xebat dike û ji rêxistinan, mafê mirovan re heye ku rê li pêşiya koçberiyê bigirin û mafê koçberan biparêzin. Di heman demê de bibin bend li pêşiya şerê ku niha li ser xaka Kurdistanê tê kirin. Koçberên Efrînê rojane asta berxwedana xwe bilind dikin ji bo vegera li welat û cihên xwe."
‘Divê koçber vegerin cih û warên xwe’
Henîfa Reşîd ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê koçberî wargeha Berxwedan bûye wiha dibêje: "Em êrişên ku li ser me tê meşandin bi tundî şermezar dikin, lê tu carî êrîşên wan nikare me ji Efrînê dûr bixe. Em koçber in û rojane rastî êrîş û dorpêçî û ambargoyê tên.”
‘Daxwaza me vegera cih û warên xwe ye’
Yesmîn Ebd El Qadêr jî yek ji koçberên Efrînê ye wiha got: "Di vê rojê de xwesteka me ew e ku koçberî li ser rûyê erdê bê rakirin, her wiha her mirovek divê bi aşîtî û ewlehî bijî. Divê gelê koçber êdî vegerin cih û warên xwe. Em tu carî parçekirin û koçberiya di nav milet de qebûl nakin. Daxwaza me tenê bi rizgarkirinê vegera cih û warê xwe ye. Bi miliyonan mirov li dunyayê penaber bûne. Divê cihên eleqdar van koçberan vegerînin welatên wan û ewlehiya wan biparêzin."