Înas El-Şewan dibe balyoza sêyemîn a Siûdiyê
Şêwermenda Cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Karûbarên Siyasî li Siûdiyê Înas El-Şehwan, sond xwar ku bibe sêyemîn jina Siûdî ya wezîfeya balyoza welatê xwe li Swêd û Ayslandayê bigire.
Şêwermenda Cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Karûbarên Siyasî li Siûdiyê Înas El-Şehwan, sond xwar ku bibe sêyemîn jina Siûdî ya wezîfeya balyoza welatê xwe li Swêd û Ayslandayê bigire.
Navenda Nûçeyan - Îro Siûdiyê biryarek derxist û destnîşan kir ku Înas El-Şehwan, wekî balyoza Siûdiyê li Swêd û Ayslandayê, hatiye teyînkirin.
Bi vê yekê, Înas dibe balyoza sêyemîn a welatê xwe li derveyî welat. Piştî Rîma Bint Bindir Bin Sultan ku ji sala 2019'an ve balyoza Siûdiyê li Dewletên Yekbûyî Emerîkayê û Amal El-Muelmî ku ji 2020'an ve balyoza Siûdiyê li Norwêcê ye.
Di heman demê de ew jina yekem e ku di Ajansa Wezareta Karên Derve ya Karûbarên Siyasî û Aborî de wekî rêveber di rêvebiriyê de cih digre.
Înas El-Şehwan bawernameya masterê di têkiliyên navneteweyî de li Avustralyayê bi dest xistiye.