Îhmal û cudakarî mercên jinên li Xezayê girantir dike

Jinên ku di stargeh û kampên li Zivala Xezayê de dimînin, ji ber şerê ku didome, binpêkirin û cudakariyê mercên wan her roja diçe zortir rewş her diçe xirabtir dibe.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de 7 meh in didomin. Bedela herî giran a şeran jin didin. Jinên li Zivala Xezayê ji ber şer ji cih û warên xwe bûne, di mercên zehmet de dijîn. Bi taybetî jinên ku li stargehan dimînin, ji ber ku pergala desthilatdadariya mêr mafên wan înkar dike, ji pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bêpar in. Ji ber vê rewşê trajediya şer du qat dijîn.

Ji ber şer rewşa jin û zarokên ku li Zivala Xezayê li stargeh û kampan dimînin, her diçe girantir dibe. Yek ji wan jinan jî Zîkrît Al-Maswabî ye. Zîkrît Al-Maswabî, diyar kir ku ji ber zihniyeta mêr jin zehmetiyan dikşînin û wiha got: "Jin ji bo stargehek bi ewle bibînin tevî ku pir hewl didin jî, ji ber ku mafên wan ên meşrû ji nedîtîve tên dîtin, xwe di nava bêdadî û bêçaretiyê de dibînin.”

Alîkarî bêserûber tên belavkirin

Zîkrît Al- Maswabî, diyar kir ku jinên li stargehan dimînin, gelek ji wan di dema alîkariyê de rastî cudakariyê tên û da zanîn ku sedema vê jî ew e ku kesên alîkariyê belav dikin, destpêkê li xizm û nasên xwe belav dikin, kesên din îhmal dikin. Zîkrît Al- Maswabî wiha domand: “Bi giştî xwarin û eşayayên bingehîn kêm in. Ev yek jî mercên jinan zehmetir dike. Her wiha ji ber kêmasiya xizmetên tibî ji dermankirinê bêpar dimînin, ev yek jî dibe sedem ku nexweşî belav bibin û rewşa wan a tendirustiyê xirab bibe.”

Zîkrît Al-Maswabî bal kişand ku jin av û pêdiviyên xurekê jî di nav de ji para alîkariyê bêpar dimînin û got: "Sozên ku ji bo alîkariyan tên dayîn jî bi demên dirêj tên taloqkirin. Di demên bi êş de jî me neçar dihêlin em li bendê bimînin."

‘Pêdiviya jinan bi piştgiriya civakî û derûnî heye’

Zîkrît Al- Maswabî her wiha bal kişand ser jinên ku hevjînên xwe berdane û wiha got: “Saziyên têkildar wan jinan ji nedîtî ve tên û tu alîkarî nadin wan, wan mehkûmê mercên xirab dikin. Pêdiviya hemû jinan bi lezgînî bi piştgiriya civakî û derûnî heye. Ev rewş her dem ji nedîtî ve tê dîtin û rastî muameleya nebaş tên.”

Zîkrît Al- Maswabî bal kişand ku vê rewşa derketiye holê ji bo jinan bêhêvîtiyê çêdike û wiha got: “Jin xwe qels û îhmalkirî hîs dikin, difikirin ku jiyana bi rûmet heq nakin. Ji ber vê yekê ji bo dawî li van binpêkirina were û piştgiriya baş ji bo parastinê were dayîn, bi awayê mirovî muameleyê bibînin divê em bi awayê cûdîtir bixebitin.”

Beriya şeş mehan mala wê hat bombekirin

Zîkrît Al- Maswabî, got ku beriya şeş mehan mala wê ya li Xezayê hatiye bombekirin, hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, ew jî birîndar bûye û diyar kir ku ji ber bêwar maye, li stargehê dimîne û rastî gelek bêmafiyan hatiye. Zîkrît Al- Maswabî got: "Ji roja ez ji warê xwe bûme ve heta niha, piştî hevjînê min ê ku debara me dikir jiyana xwe ji dest da, min tu alîkarî negirt. Bi hefteyan 3 zarokên min birçî man, ji bo pariyek nan û xwarin min serî li gelek riyan da lê kesên ku ji belavkirina alîkariyê berpirsyar bûn, vê yekê ji nedîtîve hatin.”

‘Divê bi lezgînî tiştek were kirin’

Zîkrît Al- Maswabî, diyar kir ku ji ber jin e rastî biçûkxistin, bêedaletî, heqaret û şîdetê hatiye û got: "Ez ji cihê xwe bûm, sê zarokan xwedî dikim û tu dahata min tune ye.”

Zîkrît Al- Maswabî diyar kir ku divê saziyên civakî yên navneteweyî û yên alîkariyê ji bo parastina mafên jinan, piştgiriya wan, bi lezgînî bikevin tevgerê û wiha bi dawî kir: “Hikumeta têkildarî jî divê bêyî cudakarî alîkariyan bi awayê adil belav bike û bernameyan çêbike. Ji ber ku mudaxeleya lezgîn tune ye mercên jinan xirabtir bûne, ji bo rizgariya ji vê yekê jî divê bi lezgînî tiştek were kirin.”