Îdianameya der barê mirina Zeren Ertaş de hat qebûlkirin

Îdianameya der barê qezaya asansorê ya ku bi mirina Zeren Ertaş a xwendekara zanînagehê li avahiya Yurdê, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan- Îdianameya der barê Zeren Ertaş, xwendekara pola 4’an a Fakulteya Zanistên Îdarî û Siyasî ya Zanîngeha Adnan Menderes a ku di encama ketina asansorê de li Yurda Keçan a Guzelhîsarê ya girêdayî KYK’ê li Efelera Aydinê jiyana xwe ji dest day hatî amadekirin hat qebûlkirin. Ji kiryarên sûcên girtî xwediyê firmaya asansorê Mustafa Buyukyapici û 3 endezyar ji 3 salan heta 22,5 salan, ji kiryarê ne girtî endezyarên kehrebeyê ji 2 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Di çarçoveya lêpirsînê de mudurê Yurdê E.Ç, ji aliyê wezaretê ve ji kar dûrxistin û mufetîş erkdar kiribûn. Asansora li Yurda Keçan a Guzelhîsarê ya girêdayî KYK’ê ku xirabû, xwediyê firmaya ku lênêrîna wê girtî ser xwe Mustafa Buyukyapici û endezyar U.Î., R.A., H.T. hatibûn girtin. Endezyarê kehrebeyê N.M jî bê girtin ji bo were darizandin berdebûn.

Îdianame ji aliyê 1’emîn Dadageha Cezayê Giran a Aydin ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo 4 girtiyên bersûc ji sûcên ‘bi qusûr bûne sedema mirin û birîndarbûnê’ daxwaza ceza kirin. Di rapora kesê tê zanîn de hinek beşên wê, wêneyên ku di cihê bûyerê de hatin kişandin û qeydên vîdeoyê di îdianemeyê de cih girtine. Dî îdianameyê de asansora 16 kesî 16 xwendekarên keç tê de bûn. Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku Zeren Ertaş dema ku xwestiye ji asansorê derbikeve di navbera deriyê asansorê û dîwar de asê maye û jiyana xwe ji dest daye.  

Fîrmaya asansorê bi qisûr hat dîtin

Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku qeza ji ber berpirsê fîrmaya kontrolkirina asansorê bersûc girtî Mustafa Buyukyapici, beriya bûyerê pergala 'UCM' ya sîstema frena asansorê ye ji xizmetê derxist, pêk hatiye û wiha hat gotin: “Sîstema UCM’ê amûrek ewlehiyê ye ku dema derî vekiriye asteng dike ku kabîn bê kontrol tevger bike û ji ber ku di dema qezayê de ev pergal neket meriyetê, qisûra bersûc giran e û wek qisûrkarê sereke hat nirxandin.”