Êzîdiyên ji kampan reviyan gihîştin Şengalê

Duh ji ber provakasyona PDK bi sedan malbatên Êzîdî ji kampên Duhok û Zaxoyê reviyan û berê xwe dan Şengalê. Asayîşa Êzidxanê ragihand ku Êzîdiyên xwe gihandin Şengalê ji aliyê hêzên wan ve hatine pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan-Asayişa Êzidxanê têkildarî mijara provakasyona PDK ya duh li dijî Êzîtiyên ji fermanê reviyan û di kampên Duhok û Zaxoyê de diman daxuyanî da.

Di daxiyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber PDK 3’yê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî neparast û di nava DAIŞ’ê de hişt, bû sedema bihezaran kes ji Şengalê koçê deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bikin Bi salane tevî ku gel dixwaze vegere ser cih û warê xwe jî, PDK bi hinceta ku ‘Şengal ne bi ewleye’ vegera gel asteng dike.”

 ‘Şengal bi ewleye û ewlehiya wê mîsoger e’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber provakasyona PDK’ê jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampên dibin kontrola PDK’ê de ne ketiye metirsiyê û wiha berdevam kir: “Em carek din ji gelê xwe re dibêjin, Şengal bi ewleye û ewlehiya wê mîsoger e. Ji ber provakasyona PDK’ê îro bi sedan malbat kampên Başûr terk kirin û berê xwe dan Şengalê. Ev jî da nîşan ku gel kampên PDK’ê bi ewle nabîne, cihê herî bi ewle dibînin Şengale û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Vegera gel a îro da nîşandan ku îdîayên PDK’ê yên derbarê Şengalê de ne rastin û bersiva herî rast jî gel da.”

 ‘Em amade ne her tim gelê xwe biparêzin’

Asayişa Êzidxanê ragihand ew amadene ewlekariya hemû koçberên vedigerin Şengalê bigirin û ev bangawazî kir: “Em amade ne her tim gelê xwe biparêzin. Divê gelê me bizane Şengal bi ewleye û parastiye. Emê her tim parastina gel û civaka xwe bikin. Divê ciwanên me jî li dijî hemû gef û xetereyên li ser gelê me asayîşa xwe mezin bikin û xizmetê ji parastina civaka xwe bikin.”