Êvlîn Boryah a ku gundekî Misrê kiribû cihê seyrangehan, jiyana xwe ji dest da

Balyozxaneya Swîsrayê, ji bo welatiya xwe Êvlîn Boryah a ku li Misrê rûniştibû şîn îlan kir. Jina 80 salî, jiyana xwe li gundê Tûnis ê Misrê derbas kiribû, duh jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Di 2'yê Hezîranê de pêşenga karûbar û pêşketina civaka afrîner a Siwîsreyê Êvlîn Boryah di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Êvlînê gundê Tunisê yê parêzgeha El-fiyûm veguhestibû cihekî seyranê, ji bo geştiyarên ji hemû aliyên Misrê û cîhanê. Her wiha dibistanek damezirandibû ku niştecihên herêmê fêrî karên dest ên çêkirina tiştan bi heriyê (kûzan) bibin û her malek ji gund pêdiviyên xwe ji pêşangeha salane ya gund ku li cîhanê bi navdar bûye digre.
10 sal piştî hatina wê ya gund, wê pêşangeha yekem a hilberînên xwe yên seramîk saz kir û ev pêşangeha ku wê saz kiribû bû sedem ku girîngiya gund bi kesên berpirsyarên Misrê bide xuyakirin, vê yekê hişt ku av û kehrebeyê bigihîjînin gund. 
Di destpêka sala 1960'î de beriya ku ew were Misrê û bi helbestvanê Misrê Seyid Hicab re bizewice wê li Swîsreyê bawernameya zanîngeha hunerî standibû.