Êrişên dewleta Tirk li Silêmanî hat şermezarkirin

Dayikên Aştiyê û û Însiyatîfa Jinan a ‘Em ê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’ û Kongra Star bi daxuyaniya çapemeniyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Silêmanî – Her ku diçe nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin. Dayîkên Aştiyên yên Başûrê Kurdistanê û Însiyatîfa Jinan ya ‘Emê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’ û nûnertiya Kongra Star ya li Silêmanî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Daxuyanî li ber derê ofîsa Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Başûrê Kurdistanê hate dayîn. Daxuyaniya hevbeş ya dayîkên Aştî û Kongra Star ji aliyê Fewziye Kerîm ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Di nava çend rojên borî de, dewleta faşîst ya dewleta Tirk a dagirker, êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev êriş bûne sedema şehîdbûna sivîlan, herwiha cihên xwezayî, ewlekarî û aramiya gund û bajaran têk biriye. Em van êrişane bi tundî şermezar dikin û kesên alîkariya êrişan dikin şermezar dikin. Em yên ku xwe weke misilman dibînin, parêzvanên mafên mirovan dibînin û bêdengin, şermezar dikin.”

Piştî wê li ser navê û Însiyatîfa Jinan ya ‘Em ê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’ Şatu Mihemed jî axivî û wiha got: “Siyaseta dijminahiya dewleta Tirk a dagirker ya li ser xak û Gelê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Di 4’ê mehê de êriş hîn dijwartir bûn, cihên ku hatine hedefgirtin, hemû cihên sivîlan in. Em van êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelên herêmê û Kurdan şermezar dikin. Em bang li jin û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelên herêmê bên rawestandin, divê raya giştî zextê li dewleta Tirk bike.”