Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 299’an de ye

Artêşa Îsrailê di roja 299’emîn a êrişên xwe yê li ser Zivala Xezayê de jin û zarokan hedef girt. Di êrişên ji 7’ê Cotmehê heya niha de 39 hezar û 618 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 91 hezar û 223 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl êrişên xwe yên li ser Zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha bê navber berdewam dike.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyên fermî ya Filistînê WAFA’yê, Îsraîl tevahiya şevê bi êrişên hewayî û bi topbaranan cihên cihwarbunê ya herêmên cuda yên Zivala Xezayê hedef girt.

Gule berdan li ser sivîlan 

Hat ragihandin ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li ser konên ku sivîlên koçkirî yên li herêma El-Mawasî ya bajarê Refahê lê dimînin de gelek kes birîndar bûne û hat parvekirin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Xaça Sor a li herêmê.

Êrişa hewayî li ser Xan Yûnisê

Li gorî nûçeyê di êrişa hewayî ya li ser Xan Yûnisê hatî pêkanîn de sivîlek jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûye. Yekineyên Îsraîlê yên topan davêjin mehelên li bajarê Xezayê ez-Zeytun, eş-Êuccîyye û et-Tuhaf hedef girt. Hat diyarkirin di êrişê de bi hêjmarek zêde jin û zarok birîndar bune.

39 hezar û 618 Filistînî jiyana xwe ji dest da

Êrişên Îsraîl ya ji 7’ê Cotmehê haya iro yên li ser Zivala Xezayê de herî kêm 16 hezar û 172 zarok, 10 hezar û 798 jin bi tevahî 39 hezar û 618 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 91 hezar û 223 kes jî birîndar bune. Hat îfadekirin ku li herêmê di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene lê ji ber êrişan nikarin xwe bigihînin.