Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin

Artêşa Îsraîlê di êrîşên xwe yên li ser Xezayê de sivîlan bombebaran dike, di hedefên wî de kamp û nexweşxane hene. Nexweşxane bi zorê tên valakirin. Li hinek deverên niştecihbûnê jî ji bo ku gel neçe belavok tê belavkirin.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li Xezayê bênavber didomîne. Di daxuyaniya ku herî dawî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di êrîşan de 4 hezar û 710 jê zarok, 3 hezar û 160 jê jin 11 hezar û 500 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya duh bi şev li ser noqteyên cuda yên Xezayê de, gelek kes mirin û gelek jî birîndar bûn. Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê der barê hûrgiliyên êrîşan de nûçe parve kir. Li gorî nûçeyê, di êrîşa hêzên dagirker ên Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Cibaliye ya li bakurê Zîvala Xezayê de herî kêm 11 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.

Balafirên şer û yekîneyên topavêj ên Îsraîlê, li Xezayê taxên Şeyh Ridav, Tuffah û Şucaiyê, Cadeya Yafa, bajarê Xezayê û herêma Nezzale gulebaran kirin. Di heman demê de hat ragihandin ku Îsraîl Kampa Penaberan a Bureyc a li Deyr el-Belahê û komek mirovên ji cih û warên xwe koçber bûne yên ji bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê hedef girtin û mirî û birîndar hene.

Kampa Penaberan a Cenîn hat dorpêçkirin

Her wiha Kampa Penaberan a Cenîn jî ji aliyê Îsraîlê ve hat dorpêçkirin. Hat hînbûn ku di navbera leşkerên Îsraîlê û berxwedêrên çekdar ên Filistînê de pevçûn derketin. Hêzên Îsraîlê, li dijî Filistîniyên ku li dijî zextan derketin bi guleyên rast û gaza rondikrêj êrîş kirin.

Dixwazin Nexweşxaneya Îbnî Sîna were valakirin

Bi dehan wesayîdên leşkerî ji nuqteyên cuda çûn bajarê Cenînê. Leşkerên Îsraîlê Nexweşxaneya Îbnî Sîna dorpêç kirin. Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku leşkerên Îsraîlê avêtine ser Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Cenînê û ekîbên ambulansê yên Heyva Sor a Filistînê li ber nexweşxaneyê binçav kirine. Her wiha hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê piştî li nexweşxaneyê hinek erkdarên tenduristiyê neçar kirin nexweşxaneyê vala bikin, wan binçav kirine. Tiştên li nexweşxaneyê qewimîn di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hatin parvekirin de jî xuya bû. Di dîmenan de tê dîtin ku leşkerên Îsraîlê yên Nexweşxaneya Îbnî Sîna dorpêç kirine, bi zexta çekan erkdarên tendusitiyê bi awayekî destê wan li hewa derxistine derve û gelek kesan binçav kirine.

'Îsraîl neçar e delîlan nîşan bide'

Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Mai El Kaila ji bo BBC Erebî daxuyaniyek da. Mai Al Kaila, diyar kir ku Nexweşxaneya El Şîfa bi hinceta ku barergeha Hamasê ye hatiye dorpêçkirin lê belê bal kişand ku tu delîlên van îdiayan piştrast bikin tune ne. Îsraîlê diyar kir ku nexweşxane depoya çekan û navenda fermandariyê ye û êrişê nexweşxaneyê kir. Nexweşxaneya El-Şîfa 5 roj in di bin dorpêça Îsraîlê de ye. Ger li wir barergehek Hamasê hebe divê nîşanî bidin û wiha got: “Îsrail ji bo piştrastkirina gotinên xwe nexweşxaneyê û 10 hezar sivîlên ku niha tê de ne paşguh dike.”

Artêşa Îsraîlê belavok belav kir

Li gorî nûçeyên ji herêmê artêşa Îsraîlê li hinek taxên Xan Yûnisê hişyariyên "Malên xwe biterikînin û herin stargehan’ belav kiriye. Artêşa Îsraîlê, li hinek şêniyên ku li taxên Xan Yûnis dimînin re hişyariya malên xwe biterikînin û biçin stargehan kir. Piştî destpêkirina bombebarana Îsraîlê, gelek kesan malên xwe terikandin û ji bakur hatin van herêman. Di daxuyaniyên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin belavkirin de wiha hat gotin:

"Ji bo ewlekariya xwe pêwîst e hûn demildest cihê xwe biterikînin û biçin stargehan. Jiyana hemû kesên nêzî terorîstan dê bikeve xeterê. Hemû malên ku ji aliyê terorîstan ve tên bikaranîn dê bibin hedef."