Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di roja 94’emîn de ye

Îsraîl di êrîşên xwe yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Xezayê pêktîne de, hedef girtina nexweşxaneyan didomine.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê di roja 94’emîn de ye. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê hate kirin; di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar zarok û 7 hezar jin hatin qetilkirin. Li Xezayê hezar û 903 qetlîam hat pêkanîn. Hejmara cezayên gihîştin nexweşxaneyan 22 hezar 722 û hejmara birîndaran jî 58 hezar 166 e.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, balefirên Îsraîlê êrîşê Deyr el-Belah ya navenda Xezayê, bajarê Xan Yûnisê ya li başûr û Kampa El-Megazî ya Penaberan a li Xezayê kir. Di êrîşên li ser bajarê Deyr El-Belah û herêmên navend de herî kêm 18 Filistînî ku piraniya wan zarok û jin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hate parvekirin ku di êrîşên li dijî Kampa Penaberan a El-Megazî de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne hene.

Nexweşxane ji xizmetê derketin

Ji aliyê din, balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî baxçeyê Nexweşxaneya Ewropayê ya Xezayê ya li bajarê Xan Yûnisê û avahiyên aîdê Fakulteya Zanist û Teknolojiyê ya li bajêr bombebaran kir. Hate diyarkirin li Xezayê 30 nexweşxane ji xizmetê derketin û tê diyar kirin rewşa birîndarên li nexweşxaneyê jî giran e. Hejmara kesên li benda dermankirinê ne jî wek 7 hezar hat ragihandin.

Terkî mirinê kirin

Di daxuyaniya wezareta tendirûstiyê li Xezayê de bal kişand ku êrîşên ser nexweşxaneyê berdewam dike û da zanîn ku nexweş û birîndar hewl didin birevînin. Wezaretê di daxuyaniya xwe de hîşyarî da ku  ji derveyî xizmetmana nexweşxaneya Şehîdan a Aksa, wê were wateya ji beşa navend a Xeza bi hezaran birindar û nexweş terkî mirinê werin kirin.

Mirov ji derve dirazên

Ajansa alîkarî û avahiyê koçberên Filistinê ku li Rojhilata Nêzîk a Netewên Yekgirtî (UNRWA) diyarkir ku cihên bicih bûnê ên ku li Xezaya dibin dorpêçê de, gelek qerebalixe û gelek kes neçar dibin ku li derve birazên. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dijîtal hatî dayîn de. Dîrektorê têkiliyan Juliette Touma derbarê rewşa Zîvala Xezayê ku rastî êrîşên Îsrailê hatine de dema ku dayî kenala ABC News ya ABD’ê weşand û wiha got: “Stargehên me ên li herêmê gelek qerebalixin û êdî em nikarin hê zêdetiri mirovan bicih bikin.” Rayedarê NY wiha got: “Li Zîvala Xezayê bajarê Refah ê dikeve Başûr, tu binesaziyek sivîl ku piştgiriya kesên ku ji cihên xwe bûne nîne, piraniya sivîlan niha li kolanan dirazên.”