Êrişên Îsrailê li ser Xezayê di roja 353’an de ye

Li Zîvala Xezaya ku ev 353 roj e êrişên Îsrail lê berdewam dike, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 455.

Navenda Nûçeyan- Êrişên îsrailê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bê navber berdewam dike.

Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê daneyên herî dawî yên der barê bîlançoya êrîşan de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hate dîyarkirin ku Îsrailê di nava 24 saetan de li herêmên cûda yên Zîvala Xezayê ‘3 komkujî’ pêkanî. Di van êrişan de 24 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan, 60 Filistînî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrişên Îsrailê ên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 41 hezar û 455’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 95 hezar û 878 kesan.

Di daxuyaniyê de hata bibîrxistin ku hîn dibin xirbe û li kêleka riyan de cenaze hene, lê belê ji ber astengî û êrişan nikarin xwe bigihînin cenazeyan.